Di demê dawî de bi ciwanan re jî nexweşiya jibîrkirinê pêşketiye

Ji ber zehmetiyên jiyanê nexweşiya jibîrkirinê her diçe pêşdikeve, ev piranî di kesên temenê wan mezin de tê ditin, lê belê niha ji ber sitresê bi ciwanan re jî tê dîtin. Li herêma Kurdistanê ne çareseriya vê nexweşiyê ne jî navendek taybet ji bo vê nexweşiyê heye.

ŞENYAR BAYÎZ
Silêmanî- Nexweşiya jibîrkirinê, yek ji nexweşiya tirsaneke, kesên ku ev nexweşî pêre peyda dibe tiştan ji bîr dike. Ev nexweşî piranî di kesên temenê wan mezin de dihat ditin, lê belê niha ji ber sitres û zoriyên jiyanê gelek ciwan jî ev nexweşî pêre peyda bûne û tu çareseriya vê nexweşiyê nîne. Bizîjka di aliyê derûnî de pispor Neşmîl Resul di derbarê nexweşiya jibîrkirinê de nirxandinên girîng kir.
Neşmîl Resul pirsgirêkên jibîrkirinê wiha anî ziman: “Jibîrkirin dibe sedem ku pirsgirêk di mejiyê mirov de çêbike, bi tena serê xwe jibîrkirin ne nexweşiyeke, di gelek nexweşiyên cûda de derdikeve holê. Bi awayek giştî ew kesên ku ji bîrkirin pêre peyda dibe piraniya wan pîrin, ji derveyî nexweşiya Down Sendurumû niha gelek kes di temenê ciwan de ev nexweşiye pêre peyda dibe. Di nava xelkê de peyva jibirkirinê gelek tê bi karanîn. Di kesên ciwan de sedemê jibirkirinê yek ji wan rojane gelek di westin aciz dibin û bandora gefên derunî û niha jî jiber zehmitiya jiyanê ev nexweşî bi ciwanan re peyda bûye. Ji ber vê jî pêwîste ev nexweşiye ji aliyê hemwelatiyan ve were zanîn.”
“Çareseriya jibîrkirinê nîne”
Bizîşk Neşmîl Resul bibîr xist ku nexweşiya jibîrkirinê ji nifş derbasî nivşan dibe û wiha domand: “Yên jibîrkirinê pêr heyî dê bi zarokên wan re jî bi şiklên cûda diyar bibe. Dema ku pirsgirêk li ser kiromozomê 19,2,1 û 21 hebe bi wan kesan re nexweşiya jibîrkirinê peyda dibe. Nexweşiya dil û şekir ger neyê çareserkirin dibe sedemê nexweşiya jibîrkirinê yan ji ger yek buyerek zehmet derbaz bike ew jî dibe sedemê jibîrkirinê. Bi jinan re zêdetir jibîrkirin peyda dibe. Heta niha tu çareseriyek ji bo nexweşiya jibîrkirinê nehatiye ditin û ev rewş her berbi xirabbûnê ve diçe. Ji 50 yan zêdetir ên jibîrkirin pêre peyda bûne çareser bûne. Mînak ên ku di laşê wan de vîtamîna B12 kêm be, tensiyon û zêdebûna xwinê li gel hebe, ger zû werin çareserkirin pirsgirêka jibîrkirinê kêm dibe. Yên nexweşiya jibîrkirnê pêre heyî divê di bin çavdêriyê debin. Lê li herêma Kurdistanê ne malbat ewqas hişyarin ne jî navendek taybet ji bo vê nexweşiyê heye. Bi awayek giştî çavdêrê vê nexweşiyê jinin ji ber jin zêdetir civakîne û dikarin li sedemê nexweşiyê bi gerin û xizmetê bikin.”