“Em ê teqez bigihîjin armancên ku tevgerên jinan ji bo wê têdikoşin”

Aktîvîsta siyasî û sendîkavan Xedîce El-Zomî ku di qada siyasî de nimûneyek berbiçav a jinên Mexribî ye û xwedî sekneke taybet e dibêje: "Ji bo ku em bigihîjin armancên tevgerên jinan divê em têbikoşin."

 
HENAN HARIT
Mexrib – Xedîca El-Zomî di sala 1960'an de li bajarê Fasê ji dayik bûye. Yek ji nûnerên herî çalak e di Partiya Serxwebûnê de ye. Bi jêhatîbûn û sekna xwe ya bi hêz di warê parastina doz û mafên jinan di saziyên zagonî de tê nasîn. Her wiha yekem jin e ku di lîsteya sendîkayan de bi ser ketiye û ji sala 2006'an ve temsîliyeta jinan di encûmana zagonsaz de dike. 
Di temeneke biçûk de Xedîce tevlî Partiya Serxwebûn dibe. Her wiha têkoşîneke dirêj di qadên siyasî û sendîkayî ya partiyê de kiriye. Der barê destkeftiyên ku jinan di qadên siyasî de qezenc kirine de Xedîce di daxuyaniyeke bi ajansa me re wiha got: "Jinên Mexribê di hemû partiyên siyasî de cih digirin. Her wiha zagonên partiyên siyasî di meclisên neteweyî û komîteyên navendî de nûnertî û temsîliyeta jinan dikin lê li gel vê yekê komîteyên ku ji bo çavdêriya wekheviyê di nav partiyan de digirin heya çi astê dikarin wekheviya ku destûrê tomar kiriye di meclis, encûmena zagonsaz û meclisa şêwirmendan de pêk bînin." 
Xedîce piştrast dike ku jinên siyasetmedar hîn ji gelek tişt hene ku bi dest bixin û hê jî hin daxwazên wan pêk nehatine û wiha dibêje: "Divê em têbikoşin, em ê teqez bigihîjin armancên ku tevgerên jinan ji bo wan têdikoşin." Xedîce wiha lê zêde kir: "Tevî vê yekê jî zehmet e ku wekhevî pêk were, ji ber astengiyên ku di ramana mêr de tên nimandin."
Xedîce El-Zomî piştî ku xwendina xwe bi serfirazî temam kir, di qada perwedeyê de wekî mamosteya perwedeya amadehî dest bi jiyana xwe ya xebatê kir. Piştre weke Rêverbera Çavkaniyên Mirovan li Ajansa Neteweyî ya Pêşxistina Kar hat peywirdarkirin. 
“Berpirsyariya ku ji jinan tê xwestin bi cih naynin”
Tevî xebatên wê yên pîşeyî û siyasî, wê kariyera xwe ya akademîk û zanistî domand. Her wiha di rêveberiya saziyan de mastir kir û di sala 2007'an de bawernameya Birêvebirina Çavkaniyên Mirovan jî bi dest xist.
Xedîce eşkere kir ku jin di saziyan de bawerî û berpisyariya ku ji wan tê xwestin nagirin û wiha anî ziman: "Tevî hebûna jinan di sûka karûbarên bazirganî yan di desteyên hilbijarî de jî jin di saziyan de ew bawerî û berpirsyariya ku tê xwestin nagirin." 
“Ji bo gihiştina armancê ev roj derfetek e” 
Der barê cejna jinên cîhanê de Xedîce wiha got: "Ev munasebet derfeteke ku hemî destkeftiyên jinên Mexribê ku bi destxistinan, bînin ber çavan. Her wiha derfeteke ji bo nirxandina kar û tecruberyên jinan di her qadê de ye, da ku tekoşîn û serkeftinên jinan û bi teybetî jinên Mexribê werin eşkerekirin."
Bi hatina cejna jinên cîhanê, Xedîce di peyama xwe ya ji jinên Ereb û Mexribê re wiha got: "Jinên Erebe wê rastî gelek zehmetiyan werin divê ew têbikoşin da ku bigihîjin armancên xwe û tevlibûna xwe di her aliyên jinanê de pêk bînin. Her wiha jina Mexribê li mal û ji derveyî mal kar dike û zarokên xwe xwedî dike û û alîkariya wan di xwendinê de dike û hemû barê malbatê hildigire ser milên xwe. Ji ber vê yekê ew stûna civaka Mexribê ye."
Di sala 1989'an de Xedîce tevli nava refên Rêxistina Jinên Serxwebûyî ya ku daxwaza wê ew bû hişmendiya siyasî, civakî û çandî di nav jinên Mexribê de çêbike û wan tevli jiyana siyasî bike da ku di avakirina welat de xwedî rol bin. Di sala 2000'an de weke endama ofîsa rêveber a rêxistinê hat hilbijartin. Her wiha di sala 2017'an de wekî endama komîteya Rêveberiya Partiya Serxwebûnê hat hilbijartin.