Despêkê destê wê şikandin paşê jî li ser fezleke amade kirin

Çalakiya ku parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca tevlîbûyî piştî 2 salan bû delîlê suc û li ser wê fezleke hat amadekirin.

Navenda Nûçeyan - Dozgeriyê der barê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên serema 27'emîn de bi giştî 955 fezleke amade kir. Yek ji navên di derbarê wan de fezleke amadekirine jî parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ye. Ji ber tevlîbûna çalakiya ku polîsan mudaxale kirî û destê wê şikandin fezleke amade kir. Diruşma “Emê bi berxwedanê serkevin” a ku Feleknas Uca di heman çalakiyê de gotî weke delîlê suc hat dîtin.