"Erîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkçûna Tirkiyeyê nîşan didin"

Alîkara Hevserokatiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Leyla Qehreman diyar kir ku bi êrîşan, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serî de jinan, hemû gelên herêmê hedef digrin.

RÎM MIHEMED
Reqa- Artêşa tirk a dagirker di van demên dawî de êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye, bi obîs û balafirên bêmirov bajarê Kobanê û gundewarên Bakurê rojavayê bajarê Hesekê hedef digre û di encama van êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin û bi giranî birîndar dibin.
Alîkara Seroka Partiya Sûriyeya pêşerojê Leyla Qehreman der barê armanca dewleta tirk a bi êrêşên ku li ser herêmên Bakur û Rûjhilatê Sûriyeyê pêk tîne de wiha got: "Rêveberiya Xweser di hemû astan de çi siyasî, çandî, dîplomatîk çi jî di warê ewlekariya herêmê de gelek gavên mezin avêtin û serkeftin bi dest xistin. Her wiha ciwan pêşengên bingehîn ên avakirina civakê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yên ku bi xurtkirina sîstema rêveberiya xweser gavên xurt û serkeftinên mezin bi dest xistine ciwan in, ji ber vê yekê dewleta tirk bi domdarî êrîşan pêk tîne û di serî de jinan di asta yekem de hedef digre lê di dema niha de bi awayekî herî hov sivîl jî di nav de jin û zarokan, hedef digre."
Her wiha Leyla Qehreman rola neyînî ya welatên garantor rexne kir û bi taybetî behsa Rûsyayê kir û wiha got: "Ew guh nade êrîşên ku dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rujhilatê Sûriyeyê pêk tîne ku di encamê de sivîl tên hedefgirtin û van êrîşan asteng nake her wiha gelek caran dema ku êrîş çêdibin tenê temaşe dikin."
Dewleta tirk peymanên navneteweyî binpê dike 
Leyla Qehreman diyar kir ku êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê binpêkirineke li dijî zarokan e û  da zanîn ku di nav wan binpêkirinan de bûyera zarokê 4 salî yê bi navê Abdo Mistefa Henîfî ku di 8'ê Çileya 2022'an de di encama bombebarana deweta tirk a dagirker li ser mala wan a li gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê de, lingekî xwe winda kir û wiha got: "Li gorî peymanên navneteweyî, mafên zarokan hene û ev binpêkirina ku dewleta tirk li gundê Qeremox ê Kobanê pêk anî ku zarokê 4 salî lingekî xwe winda kir di qada navneteweyî de qedexe ye lê tevî vê jî dewleta tirk êrîşên xwe ranawestîne û bi domdarî sivîlan hedef digre, ji bo ku hemû tiştên li herêmên me hene tune bike."
"Ji ber ku DAIŞ li Kobanê têk çû, dewleta tirk Kobanê hedef digre"
Leyla Qehreman da zanîn ku hedefgirtina Kobanê gelek sedem û wateyên wê hene û wiha pêl da gotinên xwe: "Gelek sedem hene ku dewleta tirk Kobanê hedef digre, ji wan sedeman yek jî ew e ku Kobanê sembola serkeftinê ye û keç û ciwanên Kobanê bi têkoşîna xwe dîrok nivîsandine û serkeftina li dijî DAIŞ'ê li rûpelên dîrokê nivîsandine. Kobanê efsaneya dîrok û serkeftinê ye. Têkoşîna me ya ji bo azadî û demokrasiyê wê berdewam bike her wiha em ê li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê projeyên xwe berfirehtir bikin, her çendî dewleta tirk a dagirker hewl bide herêmên me hedef bigre jî lê wê Sûriye bibe cihê demokrasiyeke piralî û ne navendî."
Leyla Qehreman di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku hikûmeta niha ya Tirkiyeyê hemû kaxez û kartên xwe yên serkeftinê ji dest dane bi taybetî Tirkiye li ber hilbijartinan e, ji ber vê yekê hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karta dawî ye di destên dagirkeriya Tirkiyeyê de û hewl dide xwe pê ji rewşa xwe ya nebaş rizgar bike.