Pervîn Buldan: Yekane rêya derketina ji krîzê hilbijartin e

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan a ku di 4'emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê de axivî, diyar kir ku yekane rêya derketina ji krîzê hilbijartine û wiha got: “Em ji vê derê bang dikin; eger hûn ji xwe bawer dikin biryara hilbijartinê bidin. Em bi hev re serî li gel bidin, em ê bibînin gel kê tercîh dike. Em bi her awayî amade ne.”

 
Êlih – Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li salona dawetê ya li Kolana Mezopotamyayê pêk anî. Li salona kongreyê ku bi dirûşma "Êdî dema HDP'ê ye" hat lidarxistin, pankartên "Em HDP'î ne li her derê ne, niha dema HDP'ê ye" , "Em xwe bi rêxistin bikin, faşîzm têk bibin û tecrîdê bişikînin" û "Me bi ciwanî dest pê kir, em bi ciwanî bi ser kevin" hatin daleqandin. Parlamenterên HDP'ê û nûnerên TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê, CHP, Partiya Pêşerojê û Demokrat Partiyê jî di nav de gelek kes tevlî kongreyê bûn. Piştî hilbijartina endamên dîwanê, kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêka kongreyê de hevserokên HDP'ê yên Êlihê Fatma Ablay û Omer Kûlpû axivîn û spasiya beşdarên kongreyê kirin û di axaftina xwe de bal kişandin ser têkoşînê. 
“Yekane rêya derketina ji krîzê hilbijartin e” 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Pervîn Buldan ku di kongreyê de axivî, bal kişand ser gelek mijarên di rojevê de û wiha berdewam kir: “Niha em di qonaxeke ku ev welat krîzên herî mezin dijî re derbas dibin. Yekane rêya derketina gelên Tirkiyeyê bi taybetî gelê Kurd ji vê krîzê hilbijartin e. Niha krîza aborî heye, krîza civakî heye, krîza siyasî heye. Divê kes ji bîr neke ku sedema van hemû qeyranan AKP û MHP ye. Divê gelê Êlihê vê yekê tu carî ji bîr neke! Ha AKP, ha MHP, tu cudahiya wan ji hev nîne.” 
Pervîn Buldan axaftina xwe wiha domand: “Niha dema behsa qeyranan tê kirin, helbet pêwîst e ku mirov behsa pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke çaresernekirî jî bike. Em dixwazin bi bîr bînin ku pirsgirêka herî mezin a welat pirsgirêka kurd e û li benda çareseriyê ye, her hikûmet bêyî çareserkirinê diçe, em jî careke din vê pirsgirêkê bi bîra îqtîdara AKP û MHP'a ku pirsgirêka kurd nas dikirin piştre gotin 'çareser bû' û herî dawî jî gotin 'li welêt pirsgirêka kurd tune ye dixin. Ger hûn ziman, nasname û çanda gelê kî înkar bikin, siyasetmedarên wan bişînin girtîgehan, her roj raporek amade bikin, lêpirsîn bidin destpêkirin, li şûna hevserokên şaredariyan qeyûm tayîn bikin, hûn nikarin bibêjin ku me ev pirsgirêk çareser kiriye.”
“Li Îmraliyê bi hincetên keyfî tecrîd tê meşandin” 
Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdê û wiha dom kir: “Tevî ku Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê got, 'Hefteyek dem bidin min, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim' jî, hûn ji sala 2015'an û vir ve 6 sal in tecrîdeke bênavber didin meşandin. Hûn jî ji pêkanîna qanûnên xwe jî dûr in. Ev qanûn li pêşiya hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên xwe ne asteng in. Hûn bi hincetên keyfî li Îmraliyê tecrîdeke giran didin meşandin. Ji bîr nekin ku ev tecrîd sûcê mirovahiyê ye, em tu carî vî sûcê mirovahiyê qebûl nakin. Divê demildest ev sûcê mirovahiyê bi dawî bibe, tecrîd bê rakirin û ev tecrîd li ku derê tê kirin, bi taybetî li Îmraliyê divê demildest bi dawî bibe.
Êlihê hêja, gelê me yê hêja, bila kes bêhêvî nebe. Gumanek herî piçûk jî nebe. Divê tu kes ji bîr neke ku HDP bi stratejiya ku divê hilbijartinan de pêk bîne, di pêvajoyêk din de wê bibe parçeyek rêveberiyê. Em careke din diyar dikin ku em bi pêşxistina stratejiyeke mezin bi hêzên demokrasiyê, alîgirên aştiyê, yên azadîxwaz û demokrasiyê re namzedên birêvebirina vî welatî ne. Em careke din dibêjin ku li vî welatî êdî dem hatiye ku hilbijartineke pêşwext bê kirin. Gelên Tirkiyeyê hilbijartinan dixwazin, lê yên bê rû û bêşerm, ji anîna sindoqan direvîn.” 
“Em bi her awayî amade ne”
Pervîn Buldan têkildarî hilbijartinan jî ev tişt got: “Em ji vê derê bang dikin; eger hûn ji xwe bawer dikin biryara hilbijartinê bidin. Em bi hev re serî li gel bidin, em ê bibînin gel tercîha xwe li aliyê kê datîne. Em bi her awayî amade ne. Em ji Êlihê eşkere dikin ku ji hilbijartinê re amade ne. Sibe yan jî piştî mehekê hilbijartin bê kirin, HDP ji rêvebirina welêt re amade ye. Em ji gelê Êlihê dipirsin: Hûn amade ne? Wê demê em ê mezin bibin, em ê ji bo bi hêztir û bi rêxistin bibin, têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan rêveberiya nû hate hilbijartin. Huseyîn Sarik û Huriyet Kaytar bûn hevserokên nû.