Ebru Gunay: Em ê ampûlê vemirînin

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, ji yurdên cemaetê heta krîza aborî mijarên girîng ên rojeva Tirkiyeyê nirxand.

Navenda Nûçeyan- Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê de rojeva Tirkiyeyê nirxand. Ebru Gunay di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata xwendekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Xarpêtê Enes Kara re xwest. Ebru Gunay der barê wargehên cemaetê de axivî.
“Hikûmetê hemû îmkan û derfetên dewletê pêşkêşî cemaetê kir, xwendekaran mexdûr, malbatan feqîr û ciwanan jî bêhêvî hişt. Em ê tu carî destûrê nedin ciwan ber bi întiharê ve biçin. Hikûmet bi guhnedana daxwaz û xwestekên xwendekaran, bi veguhestina çavkaniyên ku ji bo alîgirên xwe veqetandiye, bû qatilê Enes. Divê îqtîdar û wargehên cemaatê demildest hesab bidin. Em weke partî amade ne ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji bo ku ciwan mecbûrî siberojeke nediyar nebin em li ber têdikoşin.” 
"Fatûreya hilweşandinê li gel dibire"
Ebru Gunay destnîşan kir ku AKP di hilweşandinê de ye û fatûreya vê hilweşandinê jî li gel dibire û wiha axivî: “Gelê me bi bertek û hêrs e, ampûla ku dê vemire ne ampûla li malan û cihên kar e, ampûla ku AKP'ê bi kedxwarî û talanê pêxistiye ye. Em ê vê ampûlê vemirînin. Ev hikûmet ditirse ku biçe ser sindoqan. Gel, serlêdanên dozan ji bo kedxwarî û gendeliya AKP'ê hatine amadekirin dê bavêjin sindoqan. Ew ê gelê me ji AKP'ê hesab bipirse û wê ampûlê vemirîne.”
"Em bi piştgiriya gelê xwe li vir in"
Ebru Gunay bal kişand ser êrîşên li dijî HDP'ê ji aliyê hikûmetê ve tên kirin û wiha got; "Her tim digotin em HDP'ê naxwazin. Ez eşkere bibêjim, em ji ber xêra wan ne di wê meclisê de ne. Em bi dengên bi milyonan li meclisê ne, em ê bi hêz û piştgiriya gelê xwe hebûna xwe ya li meclisê bidomînin.”
Ebru Gunay çalakiya lîncê ya der li dijî wekîla Amedê Semra Guzel bi bîr xist û got; “Eslê meseleyê ew e ku; ev klasîkek îqtidarê ye. Muxalefeta ku ji aliyê siyasî ve nikare bi me, bi êrîşan hewl dide me bêbandor bike. Ebru Gunay diyar kir ku di 22'ê Çileyê de li Amedê dê bi gotina "Em HDP'ê diparêzin" dakevin qadan û gelê Amedê vexwend mîtîngê.