Li ser wekîla HDP’ê Tulay Hatîmogûllari hewla êrîşê

Kesên xwe weke polîs dan nasîn hewildan bi zorê bikevin mala parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari.

Enqere– Du kesên xwe weke polîsên sivîl dan nasîn hewildan bi zorê têkevin mala alîkara Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê û parlamentera Edenê Tulay Hatîmogûllari ya li Enqerê. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku roja 24'ê Îlonê du kes hatin ber deriyê mala wê, xwe weke polîsên sivîl dane naskirin û jê xwestin ku derî veke. 
Tulay Hatîmogûllari di derbarê tiştên wê rojê hatin jiyîn de ev agahî da: "Du polîs hatin mala min û bi israr xwestin ku ez derî vekim. Min ji wan re got ku e wekîl im. Min jê re got ku ez ê agahiyê bidim emniyetê. Em ê agahiyên berfireh ên li ser mijarê sibe eşkere bikin." Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku têkildarî bûyerê wan dest bi karên hiqûqî yên pêwîst kirine.
Tulay Hatîmogûllari û Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede dê îro saet 11:30’an li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî mijarê daxuyanî bidin.