Meral Daniş Beştaş: Armanca me pêkanîna yekitiyê ye

Şandeya HDP’ê bi nunertiya Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Qubat Talebanî kir.

Silêmanî- Şandeya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ê bi nunertiya parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Mehmud Togrul serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şandeya li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir ji aliyê rêveberê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seîd Elî û berpirsê peywendiyan yê Tevgera Goran Bextiyar Ewlî ve hatin pêşwazî kirin. Di serdanê de behsa hilbijartinên pêşwext ên Iraqê, rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistan, Iraq û êrişên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê hat kirin. Pişê jî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
 Di daxuyaniyê de parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser sedema serdanên wan ên li Başûrê Kurdistanê û got: “Armanca me pêkanîna yakitiya netewiye. Di hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de em hevkariya yekitiya gelê Kurdi gelk giring dibînin. Serdana tevgera Goran gelek baş derbaz bû û em bi germî hatin pêşwazî kirin. Em gelek bi hevpeymana Yekitî û Goran keyfxweşin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin.” 
Şandeyê paşê jî serdana Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî kir û li avahiya Hevpeymaniya Kurdistanê bi Qubad Talebanî û rêveberê Mekteba Peywendiyên YNK’ê Soran Cemal Tahîr re civiyan. Di kombûnê de behsa rewşa herêma Kurdistan û İraqê, herî zêde jî êrîşên dewleta Tirk ên ser herêmê hatin kirin. Şandeya HDP’ê bal kişand ser giringiya hilbijartinên Iraq û piştgiriya xwe nîşan dan.