Kongeransa Jinan a Rêveberiyên Hêremî dest pê kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di konferansa Jinan a Rêveberiyên Hêremî de axivî û got: “Têra xwe zanebûn, ezmûn, motîvasyon û hêza me heye. Em di siyaseta welat de di rewşek nûnertî û diyarker de ne. Ji ber vê heya em hebin, hêvî jî heye, cesaret jî heye, çareserî û aştî jî wê pêkan be. Di paşêrojê û îro de jî têkoşîna me bi keda jinan bilind dibe, wê pêşeroj ji bo jinan ronî be.”

Enqere - Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk ve hat organîzekirin. Gelek jin beşdarî konferansa ku li Salona Konferansê ya Teoman Uzturk Mala Xwendekar û Tesîsên Saziyên Civakî yaTMMOB’ê dest pê kir bûn. Konferansê bi xwendina peyama Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin Amedê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê dimîne dest pê kir. Piştre, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axaftina vekirinê ya konferansê kir, ewil Denîz Poyraz a ji aliyê Onur Gencer ve li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin bi bîr anî.
“Hevserokatî destkeftiyek bi nirx e” 
Pervîn Buldan, diyar kir ku kir tevlibûna tevahiya jinan a di her warên jiyan û siyasetê de esas digrin û wiha got: “Di hemû mekanîzmayên biryargirtinê yên partiya me de, nûnertiya wekhev a jinan heye. Me ev yek xistiye pratîkê. Me armanc kir ku jin di asteke wekhev de bibin berendam û di astek wekhev de bên hilbijartin. Bi vî rengî di siyasetê de bibin xwedî dengek wekhev û me ev bi hev re kir. Ji ber vê me got hevserokatî. Me bi pergala xwe ya hevserokatiyê re, nûnertiya wekhev di hemû qedemeyên rêveberiyên xwe de bi sazî kir. 
Ev model di warê nûnertiya wekhev a jinan li welatê me, Rojhilata Navîn û cîhanê de destkeftiyek bi nirxe. Ji bo hemû jinên cîhanê ku nasname û statuya jinan tê tepisandin, modelek girîng e. Em ê vê modelbûna xwe dewam bikin. Ev ji bo jinan serkeftineke sedsalê ye.”
“Rihê darbeya 12’ê Îlonê bi rejîma qayûman hat berdewamkirin”
Pervîn Buldan got ku rejîma qeyûm, hewldana darbeyê ya li dijî demokrasiyê ye û axaftina xwe wiha domand; “Darbeya li dijî vîna gelê Kurd xwe bi rêve dibe. Hewldana darbeyê ya li dijî pergala hevserokatiyê ye. Dixwazin bi rejîma qeyûm rihê darbeya 12’ê Îlonê li ser piyan bigirin û berdewam bikin. Em ê li dijî pergala serdest, navendparêziya tekparêz ku hewl dide walat bi qeyran, derew û zordariyê birêve bibe, modela xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk ava bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Me tu carî dest jê berneda û em ê dest jê bernedin. Em dev jê bernadin û teslîm nabin. Em netirsiyan û em ê tu carî netirsin. Bawer bikin, em ê teqez pergalek demokratîk a ku nûnertiya wekhev a jinan esas bigre ava bikin. Em gav bi gav nêzî vê yekê dibin û ber bi fînale ve diçin. Em wekî partiya jinan a HDP’ê, wekî hêza hevpar a hemû beşên ku mafên wan hatine binpêkirin, ji bo çareseriya hemû newekheviyan, bi taybetî jî newekheviya zayendî û di warê avakirina wekhevî, edalet, aştiyek bi rûmet û rêveberiya demokratîk bi xwest û bi biryar in.”
"Hêvî û cesareta me heye" 
Buldan axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Têra xwe zanebûn, ezmûn, motîvasyon û hêza me heye. Em di siyaseta welat de di rewşek nûnertî û diyarker de ne. Ji ber vê heya em hebin, hêvî jî heye, cesaret jî heye, çareserî û aştî jî wê pêkan be. Ez di vê rêyê de, ji hemû jinan û hemû hevalên xwe yên têkoşer re serkeftinê dixwazim. Em hemû bi hev re jin jiyan azadî! Serkeftin.”
Piştî ku Buldan axaftina xwe bi dawî kir, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. 
https://www.youtube.com/watch?v=u2HbDmQMre0