Ebrû Gunay; Rêya me zelal e, muxatab diyar e

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, di derbarê nîqaşên pêvajoya çareseriyê de dema ku peyama "rêya me diyar e" dida û di mijara muxatabê de Abdullah Ocalan bi bîr anî û Parlamento ye navnîşan da.

Enqere- Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî geşedanên di rojevê de li avahiya Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist.
Ebrû Gunay diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke pir krîtîk re derbas dibe û bal kişand ser nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê û got, "Ev bêçaresertiya ku ji aliyê hişmendiya desthilatdar ve tê tercîhkirin, welat ber bi kendalekî ve dikişîne."
Ebrû Gunay a ku diyar kir ku wan nîqaşên çareserî û muxatabên pirsgirêka Kurd girîng dibinîn, di axaftina xwe da cih da wan gotinan:
"Ji ber vê yekê em di 27’ê Îlonê de belgeyek helwestê ku dê pêşeroja Tirkiyeyê ronî bike eşkere dikin. 27’ê Îlonê dê ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê bibe destpêkek pir girîng.
Danezana me dê nefeseke nû bide civaka ku di nefesê de zehmetiyê dikişîne û dê perspektîfek nû ya siyasî pêşkêşî saziya siyasî ya ku astengkirî ye û ji dîtina çareseriyên pirsgirêkan dûr e bike. Em bi mehan li meydanê ne, em bi mirovên ji her warî re hatin cem hev. Em encamên ku me ji qadê girtine û daneyên ku me di tabloyên xwe de girtine nîqaş kir û nîqaşên dijwar ên ku bi rojan e berdewam dike, di belgeya helwestê de nîşan da. " 
“Rêya me zelal e ”
Ebrû Gunay, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û wiha axivî: "Weke ku ji nîqaşên dawî tê fêhmkirin, pirsgirêka herî mezin û bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Pêşketinên civakî û siyasî vê rastiyê her roj zêdetir derdixe holê. Pirsgirêka Kurd di bingeh de pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê ye. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd Tirkiye demokratîk nabe û bêyî demokratîkbûna Tirkiyeyê jî pirsgirêka Kurd çareser nabe. Di vê mijarê de nêrîna me û rêya me jî zelal e.”
"Muxatabên meselê jî diyar in " 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser nêzîkatiyên di derbarê neçareseriyê de û di mijara muhatabê  de Abdullah Ocalan bi bîr xist.
" Li vir dixwazim vê bi rengekî aşkere bibêjim. Daxwazên kurdan zelal in, muxatabên meselê jî diyar in, rêya çareseriyê zelal e. Nîqaşên ji bo çareseriyê divê bi rengekî cidî, bi aqilgirtina ji dema bihurî û înkarnekirina tiştên ku hatine jiyîn werin kirin. Ji bo me biqîmet e ku Rêzdar Kiliçdaroglu ev nîqaş daye destpêkirin û muxalefet li ser mijara çareseriyê xwedî înîsiyatîf be. Bê guman, cihê çareseriya demokratîk û aştiyane Parlamento ye û ev rastî gelek caran ji aliyê brêz Ocalan ve hatiye gotin. Ji bo Ocalan, Parlamento ne tenê cihê ewlekirina pêvajoyê, her wiha cihê mayindekirina pêvajoya çareseriyê jî bû. Her wiha gelek caran gotiye ne tenê AKP, di serî de CHP hemû partiyên li Parlamentoyê divê tevlî pêvajoyê were kirin. Ew hîn jî cihên xwe di hafizê de diparêzin. " 
"Ji bilî çareseriyê şansêk din tune ye" 
Ebrû Gunay diyar kir ku ji bilî çareseriyê şansêk din a Tirkiyeyê nîne û axivî;
HDP xwedî wê biryardarî û îradeyê ye ku meseleya herî mezin a Tirkiyê bi çarçoweya demokratîk çareser bike û Çawa ku li ser hemû mijaran muxatab e, li bara vê meseleya giran jî muxatab e.”
Ebrû Gunay, bal kişand ku hukûmet hîn jî di doza Kobanê re neçareseriya ferz dike û wiha got: “Di doza komploya Kobanê de rastî, edalet, maf, hiqûq, qanûn, yasa tune ye. Çi heye? Gelek derew hene, neheqî heye, neçareserî heye, aqlê dewletê ya înkarê heye. Di dadgeran de bêalîbûn û serxwebûn tune ye; lê di dadgehan de talîmatên ku rêz rêz tên girtin hene. Dema ku me doza komploya Kobanê dişopand, me bi çavên xwe dît ku di cîbeya dadgeran de bişkok heye. ”
Ebru Gunay di heman demê de, di derbarê pirsgirêkên girîng ên Tirkiyeyê de jî peyam da.