Pervîn Bûldan: Li gel hebûna AKP’ê jî emê aştiyê bînin vî welatî

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan li Îskenderûnê bi jinan re hat gel hev û got:"Em ê li vî welatî tecrîdê rakin. Em ê mirinan bisekînin û aştiyê ava bikin."

 
Hatay - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re didomîne. Meclîsa Jinê ya HDP'ê vê carê li Navçeya Îskenderûnê ya Hatayê bi jinan re hat gel hevdu. Heyet li Weqfa Çandê ya Anadolu ya Hacı Bektaş-i Veli bi jinan re hat gel hevdu. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Hevseroka Partiya Rizgariya ji nû de (SYKP) Canan Yuce, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildereû gelek jin beşdarî serdana jinên kedkar bûn. Pervîn Bûldan û heyeta ku bi karkeran yek bi yek axivîn piştre daxuyaniya çapemeniyê dan. Li eywanê pankartên "Ji xizaniya jinê re na, Ji bo jinan edalet, Ji bo karkerên li malê jiyaneke bi ewle" hatin daliqandin. Heyet bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin. 
“Êrîşî deskeftiyên me dikin”
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, di axaftina vekirinê ya hevdîtinê de wiha got:"Ev 6 sal in her tim zext û girtinên berê jî didomiyan hene. Îro dema em li vir bi we re hevdîtinê dikin di heman demê de hevalên me li Enqereyê ji ber ku li dijî DAÎŞ'ê deng derxistin tên darizandin. Em li vir di şexsê Sebahat, Ayla, Gultan, Figenê de hemû hevalên xwe silav dikin. Şer ji ser bedena jinê tê dewamkirin. Li welatên din ji bo pandemiyê tedbîr tên girtin lê belê li welatê me dev ji tedbîrê berde li dijî deskeftiyan êriş tên kirin. Peymana Stenbolê tenê bi îmzeya yekî paşve hat kişandin. Jin ji ber jiyana xwe diparêzin dikevin zindanan. Bêedaletî li her derê ye. Jin bi vê rû bi rû dimînin. Me di meha sibatê de qampanya da destpêkirin. Mafê me û destkeftiyên me xesp dikin. Dixwazin me di nava çar dîwaran de asê bihêlin. Qeyrana aboriyê kûr dibe. Lê belê em ê jin têkoşîna xwe ya bi hev re biparêzin."
“Li dijî tundiya jinê em têkoşîna hebûnê didin”
Hevseroka Partiya Rizgariya ji nû de (SYKP) Canan Yuce wiha got: "Bi salan e li dijî sîstema baviksalarî em wekî jin li berxwe didin. Têkoşîneke dijwar e lê em bi biryar in. Li dijî tundiya jinê em têkoşîna hebûnê didin. Her tim keda me nayê dîtin. Em li dijî vê yekê têdikoşin. Em ji bo Peymana Stenbolê li berxwe didin."
“Em ê li dijî neheqiyan têkoşînê bimeşînin”
Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan nebûna edaletê bibîr xist û wiha domand: “Em di pêvajoyeke wiha de ne ku edalet nemaye. Em jî êşa vêya bi berdêlên mezin didin. Her tim em bûn şahid ku li vî welatî zilm hatiye kirin. Kesên demokrasiyê diparêzin neheqî li wan tên kirin. Ji her alî li dijî AKP'ê bertek tê nîşandan. Em ê dewam bikin ku li dijî neheqiyan têkoşînê bimeşînin."
Pervîna bal kişand ser Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê û wiha berdewam kir:" Li girtîgehan rêhevalên me rehîn tên girtin. Hevalên me ji ber Doza Kobanê tên darizandin. Ew ê encama dozê rê bide ku ka dê Tirkiye di qada demokrasiyê de ber bi ku ve biçe. Dê di encama vê darizandinê de winda bikin ne kurd û HDP ne. Yên winda bikin wê AKP û DAIŞ bin. Li vî welatî tenê HDP mafê karker, jinê diparêze."
Pervîn Bûldan têkildarî kampanyayê jî ev tişt got:"Em bi kampanyaya xwe ya 'Ji Xizaniya Jinê re Na' li Hatayê ne. Em hewil didin bibin dengê jinê. Îro em bi Canê xwe bi Elewiyan li gel hev in. Em dizanin pirsgirêkên mezin ên Elewiyan jî hene. HDP tê wateya hevjiyana azad a bi hev re. Em ê li vî welatî tecrîdê rakin. Em ê mirinan bisekînin û aştiyê ava bikin." 
Piştî axaftina Pervînê çalakiyê ji çapemeniyê girtî dewam kir. Piştî çalakiyê dê heyet li Samandagê bi jinan re bê gel hev.