Li Iraqê hilbijartin nêz dibin: Pêwîste jin ji helwesta xweya xurt tawîz nedin

Jin ji bo hilbijartinên Meclîsê yên ku di 10’ê Cotmehê de li Iraqê were kirin, li dijî her nezaniyê xebat dimeşinin. Aktîvîst Sarah El Moussawi û Enas Helîm diyar kirin divê jin ji helwesta xweya xurt tawîz nedin û gotin ger hilbijêrên jin bi şikandina hemû zextan re nêzîkatiyek hesas nîşan bidin, dê qanûnên li ser bingeha mafên jinan ji hêla meclîsê ve bêne derxistin.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Jinên van axan ên di Serdema Neolîtîkê de jiyan dikirin, di roja me îro da bûn yekem jinên ku di malan de tên ragirtin. Bi sedsalan e, ew ji her qadê, ji siyasetê bigire heya jiyana civakî, ji huner heya aborî hatin derxistin. Jinên ku li dijî hemû zext û ferzên pergala zilamsalar berxwedanek dîrokî nîşan dan, ji nû ve ketin qadên ku hatin derxistin û li wir serkeftinek girîng bi dest xistin. Yek ji van waran siyaset e. Her çend encama ku hêj nehatiye bidestxistin jî, jin têdikoşin ku di vî warî de bibandor bibin. Heta niha jî di gelek welatan de jin ji siyasetê têne dûr xistin, lê di gelek welatan de jî jin di vê qadê de aktîvî dixebitin ku bi pergala kotaya wekhev re beşdarî siyasetê bibin.
Li cîhanek ku jin têde tên qetilkirin, rastî şîdetê tê û her cûre neheqî li ser wan tê kirin, pir girîng e ku jin beşdarî siyasetê bibin. Rastiya ku jin dikarin beşdarî siyasetê bibin, hem jî zêdebûna hejmara kursiyan, tê vê wateyê ku qanûn li ser mijarên wekî tundûtûjî, kuştina jinan, destdirêjiya zayendî, mirinên gumanbar ên jinan û cezakirina kiryaran têne derxistin. Serokwezîrê Hikûmata Bexdayê, sala borî biryar dabû ku hilbijartinên pêşwext pêk bîn û ragihand ku hilbijartinên Iraqê, di 6’ê Hezîranê de werin kirin, lê ev biryar betal kir û hilbijartin taloqî 10’ê Cotmehê kir. Her ku dîroka hilbijartinê nêz dibe, aktîvîstên jin ên Iraqî û xebatkarên medyayê jî xebatên hişmendiyê ji bo bidestxistina mafê jinan di vê qadê de lezê didin xebatên xwe.
"Em li axên ku azadiya kesanî lê qels in dijîn" 
Sarah El Moussawi, 30 salî ku hem aktivîste û hem jî di warê ragihandinê de kar dike, ramanên xwe li ser tercîhên dengdana jinan vedibêje, tekez dike ku bandora çanda civakî, çandî, zanistî û heta gelerî li ser wê heye, lêbelê, li Iraqê faktora herî serdest malbat e û wiha dibejê: ”Em dikarin bêjin jinên di nava xebatên perwerdeyên di warê kar û warê civakî de ne, li gorî jinên di hilbijartinê de qismî di malên xwe de asê ne, hewceye bijartek hebe. Lê divê neyê jibîrkirin ku civaka lraqê hîn jî aliyên ku jinan karekterîze kirin hene. Ev di hilbijartinên siyasî û polîtîk de ji li ser kaxezên hilbijartinê were xuya kirin. Em li axên ku azadiya takekesî lê qels in dijîn û piraniya civakê dê tercîhan li gorî faktorên hawîrdorê bike. "
"Pêwîste jin ji helwesta xwe ya xurt tawîz nedin" 
Sarah El Moussawi, ya ku derbarê namzetên jin de daxuyaniyên bi îdîa da û got, "Ez naxwazim zêdegaviyê bikim, lê ez difikirim ku namzetên mêr bêtir bi namzetên jin bawer dikin. Di heman demê de ev welat şahid e ku jin du qat ji namzetên mêr deng digirin. Ew bi gelemperî bi kesayetiyên namzetan ve jî girêdayî ye, lê siyasetmedarên jin xwedî helwestek pêbawertir in û bendewara wan ji ya siyasetmedarên mêr zêdetir in. Pêwîste siyasetmedarên jin ti carî ji helwesta xwe ya xurt û cewherê xwe yê bihêz tawîz nedin. Wekî din, ew ê ji hêla siyasetmedarên mêr û siyaseta mêr ve bêne girtin. "
"Dixwazin mafên wan yên herî bingehîn jî bigrin"
 
Yek ji van jinan, Enas Helîm ku bi kesayetiya xwe ya aktîvîst tê nasîn. Enas Helîma ya 31 salî ya di warê ragihandinê de kar dike, bang li siyasetmedarên jin dike ku qanûnên tundûtûjiya navmalî, nemaze qanûnên li dijî jinan derxînin. Enas Helîm got: “Azadiya ramanê û azadiya hilbijartinê di nav mafên bingehîn ên mirovan de ne. Mêr dixwazin vê mafê bingehîn jî ji jinan bistînin. Lêbelê, ez bawer dikim ku meclîsek bihêz dê qanûnên jinan ên bihêz derxîne û mafên jinan bi qanûnî were dabîn kirin.
"Pêwîste qanûnên li ser bingeha mafên jinan bêne derxistin" 
Enas Helîm bal kişand li ser şîdeta nav malbatê û diyar kir ku pêwîste qanûnên li ser bingeha mafên jinan di civakê de bên derxistin. Enas Helîm destnîşan kir ku di vî warî de wezîfeyên girîng ên siyasetmedarên jin hene û wiha got: "Di heman demê de, heke hilbijêrên jin bi şikandina wan zexta li ser vê pirsgirêkê nêzîkatiyek hesas nîşan bidin, dikare meclîsek bihêz were damezrandin ku qanûnên jinan ji hêla meclîse ve derbas bibe."