Zor li deriyê wekîlê kirin ku têkevin hindir, ne dozger ne jî emniyet eleqeder nebûn

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Tulay Hatimogullari derbarê du kesên bi çek ku xwe wek polîsan dane nasîn hatine ber derê wê û xwestine bi zorê bikevin hindirê malê de, daxuyanî da û got: "Dozger nexwest serlêdana gilîkirinê werbigire û 5 roj in jî emniyet tu daxuyaniyeke fermî nedaye."

 
Navenda Nûçeyan- Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogullari têkildarî êrişa pê re rûbirû maye, li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna rêveberên HDP’ê beşdarî bûn de Tulay bal kişand ser revandina ciwanan, xebatên sîxuriyê, tundî û îşkenceya li ser welatiyan di salên dawî de li Tirkiyê zêde bûye.
 “Min derî venekir”
Tulay Hatimogullari wiha behsa hewldana êrişê kir: “Roja înê ya borî, du kesên ku xwe wekî ‘polîsên sivîl’ dan nasîn israr kirin ku bi lêdana zengila deriyê min hewl bidin ku têkevin hundir. Dema ku zengil lêdixist min li lensê nihêrî. Min derî venekir. Wan dizanibû ku em li hundir in. Wan bi berdewamî li zengilê dixist, bi darê zorê, bi israr digotin ‘em polîs in sivîl in’. Min got, 'Ez parlamenter im, polîsek an kesekî din nikare bi vî rengî têkeve mala min, ez derî venakim û ez ê Midûriyeta Giştî ya Polîsan agahdar bikim'. Wan israr kir ku ez 'derî vekim'. Wan her tim digot, 'Em polîsên sivîl in’. Ev çend deqeyan berdewam kir. Di vê navberê de, min xwe gihand hevalên partiya xwe. Me agahî da polîsan. Wê demê, ew jî ji pêlikan daketin û ji avahiyê derketin û ber bi Esat Dortyolê ve çûn.” 
Dozgeriyê daxwaznameya wan wernegirtiye
Tulay Hatimogullari da zanîn ku wan têkildarî mijarê serî li emniyet, dozgerî û Serokatiya Meclîsê dane û lê belê heta niha dozgeriyê daxwaznameya wan wernegirtiye û tevî ku 5 roj di ser bûyerê re derbas bûne dozgerî û emniyetê daxuyaniyek fermî nedane. Tulay Hatimogullari got dozgeran nexwestiye daxwaznameya wan werbigire û bi ser meseleyê ve naçin. Tulay Hatimogullari anî ziman ku ev ne bûyerek “münferit” e û heke li naverasta Enqereyê bûyerek wiha diqewime û nikaribin derxin holê ev gumanên wan zêdetir dike û wê ev zext nikarin bi wan paş ve gavê bide avêtin.