Têkoşîna “edaletê” di roja 204’an de ne

Têkoşîna "edaletê" ya ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin, di roja 204'an de dewam dike.

 
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 204’an de dewam dike. Ji ber di roja 200’an a çalkiyê de polîsan dest danî ser pankartên malbata Şenyaşar, ji bo wê jî îro bê pankart dest bi çalakiyê kirin. 
Malbatê li ser hesabê xwe yên medya yê hesabên Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, Baroya Îzmîrê, Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî û Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn etiket kir û wiha got: “Dema edalet nebe, mirovahî jî nabe! Bila nalet li endamên darazê yên edaletê pêk neyînin were. Bila nalet li kesên ku zilmê li welatiyên xwe dike were, bila nalet li wan kesên ku zilmê li vê dayikê dikin were.”