rojane
-
39 saziyan bang li MFC kir: Ji bo rojnamevanên li Xezayê bikevin tevgerê
Li seranserê cîhanê 39 rêxistinên azadiya îfadeyê, bang li welatên endamên Koalîsyona Azadiya Çapemeniyê (MFC) kirin ku ji bo êrişên Îsraîlê li ser Xaz ku bi taybet rojnamevanan dikin hedef bikevin tevgerê.
-
KJK:Divê jin dengê xwe bidin vîna xwe
Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyek nivîskî balkişand ser hilbihartinên xwecihî ya ku di 31’ê Adarê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê were lidarxistin û bang li gelê Kurd û taybetî jinan kir ku dengê xwe bidin vîna xwe.
-
Rêveberiya Xweser Cejna Ekîto ya Suryanî weke betlane ragihand
Ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi boneya cejna Ekîto, roja 31’ê Adarê weke betlaneya fermî hat ragihandin.
-
HRW: Dewleta Tirk bi zorê penaberan derbasî Sûriyeyê dike
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navneteweyî, di rapora xwe de îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî “vegera dilxwazî” ya penaberên Sûriyeyê derewand û bal kişand ser rewşên dermirovî yên li Girê Spî.
-
Miftiyê ku li dijî zarok êrişa zayendî kiribû hat berdan
Li Rihayê miftiyê bi navê Halîl Bilik di meha Cotmeha 2023’yan de ji ber ku tacîza zayendî li hemberî zarokek 12 salî kiribû hatibû girtin, hat berdan.
-
Komeleya Jinan a STAR rêveberiya xwe ya nû diyar kir
Komeleya Jinan a STAR 3’emîn Kongreya xwe ya awarte li dar xist, rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de peyama mezinkirina têkoşîn û piştevaniyê hat dayîn.
-
‘Li 7 girtîgehan piştî greva birçîbûnê binpêkirin zêdetir bûn’
Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê, di rapora xwe ya ku têkildarî 7 girtîgehan amade kiriye de bal kişand ku gelek binpêkirinên mafan hatine jiyîn û bang kir ku daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn.
-
Di 10 salan de zêdeyî 63 hezar kesan di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane
Rêxistina Koça Navdewletî (IOM) ragihand ku di nava 10 salên borî de zêdeyî 63 hezar kesan ji ber koçberiyê jiyana xwe ji dest dane.
-
Jinên Kerboranê: Em ê bi daxwaza aştî û azadiyê deng bidin
Jinên Kerboranê diyar kirin ku wê bi daxwaza aştî û azadiyê biçin ser sindoqan û deng bidin. Jinan gotin: “Şaredarî girêdayî gel in û em şaredariyên ku xizmetê ji gel re dikin dixwazin. Em ê ji xeynî xwe deng nedin kesek din.”
-
Jinên koçber: Em li kampan tekoşîna xwe didomînin
Jinên Efrîn û Serêkaniyê ên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man bibin koçber diyarkirin ku ew bi hêviya ku rojek wegerin ser axa xwe têdikoşin.
-
Hejmara kesên di êrişa Moskowê de jiyana xwe ji dest dan bû 143
Hejmara kesên ku di komkujiya DAIŞ’ê li paytexta Rusya Moskowê pêk anî û girt ser xwe de jiyana xwe ji dest dane bû 143.
-
Asmaa Al-Barassi: Divê jin ji bo xwe jiyana nû ava bikin
Asmaa El-Barasî ya ku yekemîn jina ji bo seroka Meclisa Navenda Ragihandinê ya Zanîngeha Bîngazî ya Lîbyayê hat hilbijartin, peyam da jinên Lîbyayî û got ku ji bo avakirina jiyana nû dudil nebin.
-
Li Morîtanyayê jin zagona têkoşîna li dijî tundiyê dixwazin
Li Morîtanyayê pêşnûmaqanûna têkoşîna li dijî tundiyê hat pêşkêş kirin, cara 3’emîn ji meclîsê paşve hat kişandin. Aminetou Mint El-Moctar, da zanîn di navbera jinên têkoşer de avabûna koordînasyonek wê têkoşînê bihêztir bike.
-
Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 50’emîn didome
Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev zêdetirî 8 mehane di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.
-
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar didome
Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê di roja 63’emîn de berdewam kir. Polîsan destur neda EMEP piştgiriyê bide nobeta Emîne Şenyaşar.
-
Tulay Hatîmogullari: Em bi rihê seferberiyê bixebitin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ya di mitînga Çewligê ku bi hezaran kes tevlibûn de axivî, ev tişt got: “Em jî dibêjin ku tu derkeve xwe îspat bike. Em ê bi rihê seferberiyê bixebitin.”
-
Piştî 8 rojan cenazeya zaroka ku di çemê Zirganê de xeniqî bû hat dîtin
Cenazeya zaroka 15 salî Nêrmîn Xelîl a ku di çemê Zirganê de li navçeya Dirbêsiyê xeniqî bû hat dîtin.
-
Ji WHO’yê ji bo zarokan alarma ‘dijîtal’
WHO’yê di lêkolîna xwe ya dawî de diyar kir ku ji pandemiyê heta niha hejmara zarokên rastî sîber mobbing tên zêde dibe.
-
Girtiya nexweş Hatîce Yildiz rakirin nexweşxaneyê
Hatîce Yildiz a 75 salî; ku ji ber pere ji keça xwe ya li girtîgehê û hevalên wê re şandibû, bi sedyeyê hatibû binçavkirin û girtin, ji ber nexweş ket rakirin nexweşxaneyê.
-
Jinên Efrînê bertek nîşanî êrîşa nijadperestan a li Leuvenê dan
Jinên Efrînê bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya piştî pîrozbahiya Newrozê li bajarê Leuvenê li dijî Kurdan pêk hat dan, bang li dewletên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.