Deng û dilê şoreşeke sedsalê Hozan Mizgîn!

DÎLAN AYDİN
Hin roj hene çendî sal di ser wan re derbas bibin jî her zindî dimînin di bîr, dil, fikir û ramanên me de. Wekî herikîna çemeke bêdawî, wekî bi her biharê re vekirina pelên daran, wekî barana demsalan. Ew roj; bi her hatina xwe re me dibin warên dûr, ji ‘sivikahiya dema niha’ me ber bi giraniya xwe ve dibin. Ew roj li gel ku agir bi dilê me dixin, hestên rûmet û serfiraziyê jî bi me re digihîjînin lûtkeyê. Îro em bi deng, huner û şoreşa Mizgînê digihîjin asta şanaziya neteweyî!
Îro 11’ê Gulanê ye! Roja ku jineke dengxweş, leheng, şervan û şoreşger ji vê cîhanê koçber bû. Îro ji rojan Mizgîn e! Nav û dengê şoreşê, dilê çiyayan, vîn û azadiya bi hezaran jinan. Herêm bi herêm, bajar bi bajar, navçe bi navçe û gelî bi gelî diçe Mizgîn. Dibe nav bi evîna welatê xwe, bi înada li dijî dagirkeriyê bi ruhê serhildêr ê jinan. 
Mizgîn kî ye? Ew deng, ew rû, ew şopa ku di dîroka têkoşîna neteweyek de hiştiye ji ku girtiye? Kî ye Mizgîn, çawa ji gundekî veguherî şoreşa welatekî! Çawa ewqas bi temenê biçûk, bû xwedî vîneke mezin, çawa ji gund û bajarekî gihîşt hemû bajaran, çawa ji çiyayan veguherî welatekî! Mizgîn kî ye? Şopdara Eslîxanê, xwedî nasnameya reseniya Xerzanê. Ew wekî bilindahiya çiyayên Xerzan, Mereto, Şelaş, Helqîz û Qelemsê serbilind e. Gav bi gav, dem bi dem bi têkoşîna xwe, bi helbest û stran, bi çek û civîn; bû ruhê şoreşeke ku mora xwe li sedsalekê daye!
Her ku ev roj tê Tetwan, Gulan û Mizgîn bi hev re li ber çavên min zindî dibin. Her ku ev  meh tê Dîcleya xwişka min, a li heman herêmê û di 8’ê Gulanê de şehîd ketiye bi rû û porê xwe yê ji rengê rojê tê ber çavên min, bi hemû şiyariya xwe wê dibînim... Giyanê wê bi karwanê nemiran re bi Mizgînê re li çiya û geliyên Motka, Deşta Mûşê, daristanên Kelareşê digere... Ew herêma ku li gorî pênaseya bihuştê ye bi hemû dîmenên xwe ve dibe bîreke bêdawî. Bi Mizgînê re vîn û rûmeta kurdayetiyê li wê herêmê şiyar bû, çiya û gelî, gund û daristanên wan deran bûn şahidên Mizgînê. 
Bi Mizgînê re îxaneta ku bi pêşengiya ‘mêr’ çêbûbû ji xwe şerm kir. Rûreşên berjewendîperest, marên bi rûpoş xwe di nava sergoyê îxanetê de veşartin. Ew hê jî di nava sergoyan de veşartî, rûreş, heram in lê Mizgîn; bi dengê xwe li hemû çiya û geliyan e, bi rûyê xwe stêrkek e li asîman e, bi dilê xwe, dilê hemû Kurdên welatparêz e!   
Ew kesayeta têkneçûyî, xwedî dengekî kûr û bi bandor, ew jina xwedî sekneke resen, ew şoreşgera xwedî teybetmendiyên xweser û bêhempa bû yek ji rêwiyên ku cihê xwe di nava stêrkên li asîman de çêkir. Stêrkeke geş e, li asîmanê Kurdistanê dê her biçirise. Mizgîn bi navê xwe yê şoreşê, bû mizgîniya rûmeta têkoşeriya jinan, bi deng û hunera xwe ya ‘çiyayî’ cihê xwe di dilê bi hezaran de çêkir! 
Karwanê şehîdên Gulanê derbas dibe... Di nava wan de Hozan Mizgîn, xwişka min Arjîn û bi hezaran pakrewan hene. Ew li me dinêrin, em jî li wan... Ew bi şahidiya xwe ji me, ji me, ji demê û ji hemû valahiyên vê serdemê derbas dibin...