Xwendin, zanîn û famkirina ji dîrokê…

Gerdûna ku tu tê de bi qasî zereyek î, ciheke wisa ye ku divê tu bi çavên xwe, bi qasî bêdawîbûna wê bikaribî binêrî, wateya di nava vê bêdawîbûniya wê de bibînî, xwe parçeyek ji wê bibînî. Ji ax, kevir, dar, çiya, newal, deşt, zozan û hebûnên bêhejmar… Ji van tu tişt xirab nabe, tu alozî çênabe.

Têkiliya însan û xwezayê; têkiliyeke azad e. Dîtina erd û asîman, bihevrebûna bi wan re, asoyeke bêdawî ye. Ji sînorên çêkirî, ji qeyd û bendên ‘însan’ û pergalan tu tenê dikarî bi têkiliya bi erd û asîman xwe biparêzî. Lewre ‘ew der’ însan bi xwe ne. Ax û hewa, çav û giyan e, zindîbûn û jiyan e. Divê tu bi wan re bî, ‘ji wan bî’ her kar û tevgera xwe ji wan mînak bigrî… Divê tu zindî yan xeyalî, dûr yan jî nêz; jiyana di şopa ax û asîman de ji bo xwe esas bigrî, tiştên ji derveyî wê jî ji xwe re pêdiviyên ‘dawî’ bibînî.
Dîmenên ku her roja diçe li ber çavên me zêde dibin, me û dema me dîl digrin, teşe didin beden û hestên me, ji ku tên, çawa tên, wisa bi serbestî bê minet dikevin ser û dilê me? Çawa tên û çi bi xwe re tînin, çima tên û çi bi xwe re dibin…
Bi dehan bi sedan pirs hene ku em ji xwe bikin. Barê dem, hefte, meh û salan wisa komî ser hev bûne ku; bi lêhûrbûneke li ser esasê xwendin, zanîn û dîrokê nebe; bersivên rast nikare ji xwe re bibîne. Em dikarin ji xwe pirsa ‘xwendineke çawa’ bikin. Ger xwendina me wekî çîrokek em lê guhdarî dikin be; rastiya di nava wê xwendinê de dê çawa were dîtin? Bêguman nabe. Çawa ku dema em diaxivin divê gotina me rast û pêwîst be, dema em guhdarî dikin, divê bi baldarî be; ji bo xwendinê jî heman nêzîkahî û hesasiyet pêwîst e ku ev nebe dê ji vegotina çîrokek derbas nebe. Ji ber wê divê xwendin, bi lêpirsîn, lêhûrbûn be, ji xwe re lêgerîna rastiya di nava wê mijarê de esas bigre. Ji xwe pirsa gelo ev pêwîst bû yan na bike.
Her tiştê ji aliyê însan ve tê kirin, her gotin û berhema nivîskî nabe ku rast û pêwîst were dîtin. Lê ger li ser esasê bûyerên şênber hatibin nivîsîn, bi armanca zanîn û ragihandina hin bûyeran be, ji bo xizmet û hişyariyê be dikare şêlo nebe, bi rengê serekaniyeke zelal biherike. Zanîneke rast û saxlem ji xwendin û berhemên xwedî van taybetmendiyan, dikare pêşî li gelek nexweşiyên madî, manewî ku îro li nava civakê belav bûne bigre. 
Însan kengê xirab dibe, ji rê derdikeve, çawa ji xwe dûr dikeve? Bêguman dema ji çavkaniyên rast nexwîne. Çawa ku dema ava vexwarinê qirêj bibe; bedena însan nexweş dikeve, xwendina ku ji bo ser û dil, pêwîstiyeke bingehîn e; dema ji çavkaniyên rast nebe, tiştek nade, ser û dil tevlihev dike.
Zanîna rast a dîrokê, bi çavkaniyên zelal û rast, şênber dikare çêbibe. Çawa ku her kesê/a em dibînin, nas dikin, guhdarî dikin wisa wekî dixwiyê nîn e, xwedî aliyên din e; her xwendina li ser bûyerên demên borî ku ew dîrok bi xwe ye jî; nabe ku bê lêpirsîn, jiber û bê hesab were xwendin. 
Zanîna bûyerên li ser vê gerdûna bêdawî, ji bo me şert e.Dîroka bi hezaran salan ji aliyê mêr ve hatiye nivîsîn, bi gelek aliyên xwe ji rastiyan dûr e. Ji ber wê ye ku her diçe jiyan diherime, tu nirx namîne. Her diçe însan ji rê derdikeve lewre nexşeyên rast ên rê nîşan bidin nîn in. Nabe ku em bibêjin bila her tişt ji nû ve dest pê bike lê em dikarin biêjin ku bila her tişt ji nû ve were xwendin û şîrovekirin, bila her tişt bi rê û rêbazên din were nirxandin û bila zimanekî din ê tê de gerdûn, jin û mêr bi hev re ne were afirandin. Xwendin, zanîn û famkirina ji dirokê tenê wiha dikare rê veke, ronahî û xweşiyê bi xwe re bîne! Tarîtî, nezelalî û nepapiyê mehkûm bike.