Hest wêje û edeb

DÎLAN AYDİN
Gotina edebiyat ku tê wateya edebê; bi rola ku dilîze kes û civakan digihîjîne merheleya xwebûn, xwenasîn û xweafirandina ziman, vegotin, derbûna raman û hestan. Wateya di nava gerdûnê de, nîşanî me dide û me dike parçeyek ji vê dîmenê hebûnê yê bêhempa. Nabe ku em seranser nêzî xwe û hev, nêzî xwe û vê cîhana bêser û ber bibin, vê rêwîtiya ku em tê de karwan in, van mal û bajarên ku em li wan mêvan in ji bo xwe ebedî bibînin. Na! “Dinya xan e, însan karwan e.” Ji vê gotinê şênbertir tu tişt nikare qonaxa me ya li vê cîhanê vebêje.
Baş e çi ye ya ku vê rastiyê nîşanî me dide? Ne tirsa mirinê, ne bawerî û bêbaweriya jiyana piştî mirinê ne jî fikr, raman û gotinên demî yên polîtîk in. Ya ku vê rastiyê nîşanî me bide xwebûn û xwedîtin e û ev yek jî bi xwendin edebiyata baş pêkan e lewre edebiyat, ruhê civakê ye. Gotin e, ronîkirin e, naskirin û pênasekirina gerdûn û jiyanê bi xwe ye. Bi edebiyata baş, însan dikare gotinên xwe bi hest û aqil, bi dil û ramanên xwe, bigihîjîne merheleya hevokên rast, lihevhatî û terbiyekirî. Lê divê li vir em pirsa edebiyat çi ye ji xwe bipirsin an na em ê bibêjin qey tenê nivîs û çapkirina pirtûkan e.
Dema ku tu li ser hinek têgehan baş bifikirî; tu yê bikaribî ji her yekê ji wan gelek wateyan derbixî lewre hinek têgeh hene ku xwedî gelek nav û naverokan in. Çawa ku serê însan xwedî fikir, raman, hestên cur be cur (erênî û neyînî) ye; têgehên ku em tenê wekî nav an jî ji bo tiştek, ji bo rewşek bi kar tînin jî xwedî heman rol û bandorê ne.
Edebiyat ne tenê pirtûkên hatine nivîsandin e; bîr û hebûna nêrîn, nêzîkahî, raman û hestên me ye. Wekî qalibek amade, nabe ku em ji çend hevok an jî çend nivîs, helbest û pirtûkên çapkirî re bibêjin ev “edebiyat” e. Ya esasî, ya ku dikare ji nivîs, helbest û pirtûkan re bibêje edebiyat, şêweyê vegotinê ye ku tê de hest, raman û ruhê me baş û zelal xuya dibe. Îcar şêweyek çawa, gotinên çawa, hest û ramanên çawa û ruhê çawa dikare navê karê edebiyatê li xwe bar bike, layiqê xwe bibîne.
Gelek berhem hene ku tu tenê jiyana kesê/a nivîsiye tê de dibînî. Ji ber şêwe, gotin û vegotina xwediyên xwe, seranser, bê ruh, ji rastiya gerdûn û civakê dûr, tu sûdek nadin xwendevan, dijberî wê aloziyan çêdikin û divê em bibêjin ku ji ber ji ‘edebê’ bêpar in xwendevanan ji rê derdixin.
Tu dikarî wiha jî mînak bidî; dema ku rengên qet li hev nayên tînî ba hev an jî cilên wisa li xwe dikî, dîmeneke beloq, tamsar û nelihevhatî derdikeve holê, çavên te aciz dike. Îcar mijara me, ne wekî mînaka min behs kirî, tenê objeyek e. Kaniya ku aqil, raman, hest û dil pê xwedî dibe ye loma jî ev kanî divê xwedî ava zelal be da ku tu bikaribî jê vexwî. An na ger şêlû be tuyê pê nexweş bikevî. Dê di dil û hinavên te bi serûbin bibin
Dixwazim vê nivîsê bi çend rêzên helbesteke çiraya Kurdî Ehmedê Xanî bi dawî bikim. Ji ber ku bihar e, Kurd ji ber şer û hovîtiyê nikarin baş û xweş biharê bijîn, Kurdistan qada şer û cengeke giran e lê tevî her tiştî em xwedî hestên bêdawî ne û pêdiviya me hemûyan bi xwedîtin, nûbûn û pêşveçûnê heye ku ev yek bi riste û hevokên wêjevanên giranbiha dikare pêk were.
“Ji derdê îşqê bedhal im, ecêb ber bûye min narek
Were canan bibîn halim ne min dil ma ne dildarek
Ne dildar û ne min dil ma ne alal û ne sorgul man
Ne reyhan û ne sunbul man di dil min da xalî xarek
(...) Li dil barê xeman yar e ne Nîsan û ne Azar e
Her wê zanî bi hawar e di destî maye guftarek.”