Roj hene, xemilandî ne wekî kulîlkên biharê, wekî xemla adarê ne...

DÎLAN AYDİN
Roj hene, xwe li bîr, dil, çav û aqilê te bi cih dikin. Dibin çirûsk li çavên te, dibin rûmet li bîr û aqilê te û dibin evîn di dilê te de! Sal jî deh sal jî derbas bibin ew her zindî dimînin, her bi te re bi roj û şevên te re ne, bi xeyal û hêviyên te re ne... Roj hene, bi reng û rûyê lehengan xemilandî ne wekî kulîlkên biharê, wekî xemla adarê ne... 
Dibêjin dîrok ji dubareyan pêk tê gelo bi rastî jî wisa ye yan bîreke zindî ye, ji bo civakan? Gelo ya ku dubare dibe em in an dîrok e û dîrok çi ye em çi ne? Dibêjim qey, dîrok em bi xwe ne, berhem û kar û xebata me bi xwe ye û dawiyê jî vediguhere bîreke madî û manewî ev têgeh. Hem dikarî wekî ‘bîra’ di serê mirov de bicihbûyî bibînî, hem jî wekî bîreke avê ya ku bi hebûna xwe jiyanê diafirîne binirxînî. 
Bihar e, ax ji xewa zivistanê şiyar bûye êdî! Bayê ji çol û çiyayan bêhna gul û giyayên nûbişkivî bi xwe re tîne. Her tişt û her der zindî ye, jiyandar e, domdariya xweşî û bereketê ye! Bihar e! Kanî der dibin, rûbar delodîn diherikin, Kurdistan rojên xwe yên herî xweş, bi xeml û rewş pêşkêşî me dike. 
Stranên ji bo mizgîniya biharê Newroz; li guhên me, li ser zimanê me ne van rojan. Ev ax, ev erdnîgariya ku qiyameta şer û hovîtiyê li ser heye, xwe bi bihar û Newrozê nû dike, hêvî û berxwedêriya xwe zindî dike. Zivistana sar a ku dişibe bêtevgeriya mirov, bi hatina biharê re koçber dibe ji vê axê, ji vê diyarê.
Bihar û Adar hatin dîsa, bi bayê xwe yê ku mirov bera çol û çiyayan dide! Nû bû dîsa her der û her tişt. Gerdûn, xemilî, keniya û xatir ji rojên sar û bi ewr xwest.
Adar e... Egîdê li Çiyayê Gabarê çiya bi çiya, gelî bi gelî û mal bi mal digere li Kurdistanê! Bihar, bi Egîd re kulîlk bi kulîlk vedike, dibişkivin dar, nêrgiz û binevş geş dibin... Adar e, fermandarê dilê gelê Kurd Egîd hê jî li Gabarê şoreşê li dar dixe, dibe tirs û xof, dibe bersiveke dîrokî ji dagirkeran re. 
Wisa diçirisin ku wekî stêrkên li asîman şewqa xwe didin her derê, her malê... Wisa deng vedidin ku rûmet û şerefa neteweyî digihîje her derê cîhanê. 
Îro ji rojan 28’ê Adarê ye... Îro ji rojan Egîdê gelê Kurd li Gabarê bûye karwankujê katî beyanî! 
Hezar rêz û selam li giyanê pakrewanan be... Hezar li karwanê bîr û rûmetê be!