Berf gazî min dike

MİZGÎN RONAK
Di van rojên zivistana xedar de min xwest bi pirtûkek re birevim, di pirtûkek de birevim, bi pey pirtûkek bikevim ku navê wê “Êvara perwaneyê ye.” Pirtûkek ji pirtûkên Bextiyar Elî ye. Mijar jî ziman jî gelek girîng û hêja ye, di danasînê de jî hatiye gotin ku ekola “realîzma efsûnî” hatiye nivîsîn... Lê belê, teva ku min xwe pir da zorê jî encax heta derek hatim û bi xemgîniyek zivistanî min di nîvî de hişt. 
Lew hezar heyf û mixabin ku pirtûk ne soranî ye (zimanê nivîskar ne jî kurmancî! Yanî pirtûk jî bûye qurbana wergera navxweyî-zaravayî ya şaş û nebes! Bûye “tiştek ecêb” tiştek “sormancî.” Min bi hestek zorîtiyên kurdîtiyê yên ku berf li ser wan dibariya di nîvî de hişt, ne dikarim pê re birevim ne jî wê karî min xelas bike ji vê zivistana dîl. 
Halbukî gelek caran ez û pirtûk digel tevî kelem û keserên jiyanê jî derketine lûtkeyên macerayên serboriyên serbilind lê vê carê nebû, belam ez ê soraniya wê bixwînim û ku bibe rojek xwe bigihîjînim nivîskarê wê jî. Ez hinek şaşwaz jî mam lew Avesta di weşankariyê de bêqusûr e lê vê carê nebûye. Îja ev hat bîra min; dema ku tiştek nebaş pêk hatibe, nahêle t,ştên din, xeyalên din jî pêk bên. Mînak civaka bindest mirovên bindest diafirîne. Ji wan zarokên pak û delal jinên bêhêz mêrên serserî derdixe holê. 
Halbûkî ku perwerdeyek baş bibînin, ne mêr dibin zirzop ne jin dibin nêçîrên herî hêsan lê civak bi xwe jî qurban e lew ji heman perwerdeyê bêzar e. Loma jî zalim û mezlûm hevli hev dibe. Welhasil lazim e mirov li hemberî xwe jî li hemberî her tiştî jî şiyar be. Tu gotin, nêzîkahî yan jî bûyer bê sedem û bê encam nîn e.
Niha dîsa ber tê... Wekî ku gazî min dike. Bi rastî demek e ku vê bîwar û forma hebûnê (vê giyan û bedenê) têra min nake û ji wan derbas dibim. Mînak; berfê jî perçeyek ji xwe dibînim, stêrkan, baranê û her tiştî jî. Her ku diçe baştir têdigihîjim ku ez (em) noron û atomên vê cozmosa bêdawî ne, hem noron û atom, yan jî zereyên tesawufê... Êdî hewceyê gotinan nake ji bo ku hîs bikim, fêm bikim.
Êdî gotin wekî striyên li dora gulê ne. Belam serdema me serdemek zimandirêj û destdirêj e. Bi riya teknîkê her kes ‘pispor’ e. Wekî ku hozanek dibêje; “Kes naxwîne, her kes dinivîsîne kes hîn nabe, her kes dizane!” lê madem ku her kes ‘pispor e’ ‘dizane’ ev çi hal û ehwal e? Çima ev zanebûn, jiyana nezan derdixe holê û gotina “ewqas cehalet encax bi tehsîlê pêk tê” tîne bîra mirov. 
Wekî ku ev zanebûn xwediyên xwe jehrî dike ne? Lew kes pê azad, bextewar û zelal nabe. Jixwe panemî jî bi ser de hat û çerxa demê dijwartir dizivire êdî. Ger ku her yek ji me riyên watedayîn û hîskirinê yên nû nebîne dê ev ‘zanîna bilind’ û rûtîna nizm bunyeyên me teslîmê enfeksiyonên cur be cur bike. Lew her tişt niha di çerxeriyek dijwar de derbas dibe. 
Zarokên biçûk ji dibêjin “xwezî bi rojên normal” ku ev ne ‘normal’ e. Gere zarok vê hestê nejiyana lê pandemiyê cewher û rûçikê jiyanê guhert û nostaljiyek ecêb derket. Bîranînên herî tal jî niha bêqusûr dixwiyên. Loma jî ji o ku di demên pêş de van rojan bê qusûr nexwiyên lazim e em ji stêrkan jî hîn bibin, ji berfê û bayê, ji paşeroj û pêşerojê jî. Lew zeman hem bi pêş ve diherike hem jî bi paş ve û dema niha tenê saniye ye. Berf gazî min dike, wekî kurdên serhişk û serhesin, bila stêrk gazî we bikin, bayê azad û stranên geş...