Dayik, ziman û hezkirin

DÎLAN AYDİN
Dîroka însaniyetê ji ber hal û rewşên ku di nava civak û gelan de pêk hatine, pêdivî bi diyarkirina hinek rojan dîtiye. Ji bo her gelî, hem rojên taybet ên ji ber pêkhatinên dîrokî hem jî yên xwezayî hene. Hinek ji wan rojan jî ji bo tevahî alemê ne ku em ji wan re jî dikarin bibêjin rojên taybet ên gerdûnî. 
21’ê Sibatê ji bo çi roja zimanê dayikê ya cîhanê hatiye îlankirin? NY’yê çima pêdivî bi vê yekê dîtiye? Bêguman ji ber ku gelek dosya, nivîs û daxuyanî di vî warî de hatine amadekirin û dayîn hewce nake ku em dîroka vê rojê vebêjin. Ji bo nebe dubarehî û mijar ji bo me Kurdan teknîkî nemîne zêdetir dixwazim ji aliyê hestiyarî ve li mijarê binêrim.  
Însan, hem ji aliyê malbatî ve hem civakî hem jî neteweyî ve xwe mensûbê cihekî dibîne. Nabe ku bêyî malbat, civak û neteweya xwe tu navekî ji xwe re bibînî yan jî bibe jî aliyên ku kêm bimînin dê hebin. Îcar em Kurd, di vê çerxa cîhanê ya ku her roj bi lez û bez diguhere de; çi ne, çawa ne û li ku ne? Em çiqas karibûne xwe ji diranên vê çerxa ku her tiştî di demek de dibire biparêzin? Em çiqas bi ziman û çanda xwe, bi kevneşopiyên xwe re bûne heval û bi wan re jiyane? 
Gotina zimanê dayikê, ji bo girîngiya vê mijarê, pênaseyeke gelek di cih de ye lewre dayik ‘hebûn’ bi xwe ye. Ger ku dayik hebe, wê demê ziman jî heye. Ger ziman hebe, wê demê jiyan heye.  Divê ku em hebûn û rola dayikê ya xwezayî ku bingeha civakê bi xwe ye bibînin. Hebûna nirxê dayiktiyê, bi ziman jiyandar bikin. Bi çend gotinan em wiha jî dikarin bibêjin: Ji dayikên ku bi zimanê xwe ji me hez kirine, hez bikin, bi zimanê ku me pê hînî axaftinê kirine, bi hezkirin biaxivin. Dayik, ango ya ku dide, diafirîne, didomîne... Dayik; a ku em destpêkê rûyê wê nas dikin, bi hezkirina wê mezin dibin û bi zimanê ku bi me re diaxive dest bi axaftinê dikin!
Mijara me Kurdan a ziman, di merheleya heyî de bi gelek navan divê were şîrovekirin. Sedsala ku bi qedexekirin û înkarê, di ser me re derbas bû; niha bi gelek awayên veşarîtir didome. Zilma ku berê bi çend gotinan eşkere bû, niha bi hezar gotin û kirinên bi rûpoş li ser tevahî nirxên me bi hewldanên cur be cur bandora xwe didomîne. Wekî ava şêlû ye, me ji serî û ruhê me, tevger û zimanê me dûr dixe û dawiyê em bê ziman dimînin! Li malên xwe, li kolanên bajarên xwe ji xwe û zimanê xwe dûr, jiyana ku li me hatiye ferzkirin dijîn...  
Bêzimanî, bêdayiktî ye. Bêdayiktî bêkokî ye. Ger dayik tune be, em jî tune ne, kok tune be tu tişt şîn nabe, nikare bijî. Keda dayikan a bi salan ji bo xwedîkirina zarokan dide, ya herî bi nirx û jiyandar e. Nûbûna jiyanê bi zarok ango nifşên nû pêkan e û ev nûbûn tenê bi ‘dayiktiyê’ dikare pêk were. Ger ew ked nebe, civak pûç û vala dimîne, jiyan mehkûmê bêrengî û bêdengiyê dibe. 
Ger em bixwazin jiyanê baş û rast bijîn, karê xwe bikaribin xweş û hêsan bikin, divê em rojane bi domdarî hinek tiştan bikin ku em ji vê re dibêjin pergala jiyanê, yan jî jiyana bi pergal. Îcar di mijara ziman de jî ger em bixwazin bi kokên xwe ango dayikên xwe re bijîn, divê em li zimanê xwe haydar bin. Bi dayikên xwe yên ku me çavên xwe bi hezkirina wan vekiriye re bin... Bi zimanê xwe û xwezayîbûna dayikan re bin. Pê dest bi rojê bikin, wekî kulîlkek wî bi axaftin, xwendin û stranan av bidin. 
Tiştekî ne zor e, tenê bila em nêzî xwe bin, xwe kêm û biçûk nebînin. Tenê bila em bizanibin ku; ya dijminê me dixwaze dûrbûna me ya ji ziman, çand û warê me ye. Îcar em ê çawa ji vê daxwazê re bibêjin erê! Xwe û jiyana xwe heram bikin, ji xwe û hev dûr bikevin... Em ji bîr nekin, mal ên me ne, gund û bajar ên me ne, em li wan dikarin, bê minet, serbest bi zimanê xwe bijîn. Loma jî tu hincet ji bo dûrbûna me ya ji ziman tune ye. Tenê em ruhê xwe biparêzin bes e lewre çawa ku beden bê ruh nabe, însan jî bê zimanê xwe nabe, nikare bi rûmet, jixwebawer, bi hest û wijdanê xwe yê civakî bijî!