Divê kujerên Îda li pêşiya jinan û tevahî civakê bên darizandin

SORGUL ŞÊXO
Di cîhana ku bi hişmendiya mêr tê birêvebirin, hebûna jinan û mafdayîna wan a xwezayî qedexe ye!. Di sîstemên hebûna jinan qedexe dikin de, exlaq, maf, wekhevî, edalet û mirovahî tune ye. Mêrê serdest ê ku civakê bi mejiyê xwe jehrî kiriye divê bi zagonan were darizandin. Kujerê ku neyê darizandin dikare destdirêjî, tecawizkirinê û gelek bûyerên li dijî exlaqê mirovahiyê bike, bê tirsa ji hikûmet û dewletê.
Li gorî zagonên navdewletî û cîhanî, qetilkirin ango tundiya li dijî jinan sûc e. Li welatê me jineke 13 salî tê recimkirin û bi guleyan tê qetilkirin, ev hovîtiyeke ku nayê ziman e û ji me re şermekî pir mezin e. Di bin navê (namûsê) de gelek bûyer, gelek kîna mêran di serê jinan de derketiye holê. Di sedsala 21'ê de şermeke dîrokî ye ku jin êdî werin qetilkirin. Berê di civaka me de zarok di temenekî pir biçûk de dihatin zewicandin, yek jê dayika min bû ku di 13 saliya xwe de, dema bi zarokên taxê re bi lîstokan dilîstin, hatine bi destên wê girtine û gotine tu bûyî bûk û ew zewicandine. Digotin ger zarokên keç temenê wan bibe 14 salî êdî nazewicin û kes wan naxwaze, an dê bi darê zorê werin zewicandin, an jî bi awayên pir hov werin qetilkirin. Di rastiyê de wan pêşeroj qetil kirin û tecawizê mirovahiyê kirine. 
Jina bi navê Îda El-Hemûd El-Seîdo beriya çend rojan li taxa El-Zihûr a Xiwêran girêdayî bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliyê bira û kurapê xwe ve bi awayekî pir hov hat qetilkirin. Ev bûyer li herêmeke ku hîn di pêvajoya avakirina sîstema wekheviya di navbera jin û mêr de ye ev bûyer qewimî lê pêwîst e em di wê zanebûnê de bin ku daxuyaniyên şermezarkirinê tenê têrê nakin. 
Divê bira, ap ango kî kujer be li pêşiya gel were darizandin. Divê ku civak êdî bi xwe vê mijarê analîz bike û kujeran bidarizîne. Ya herî rast jî divê jin û dayik êdî sînorên tirsê hilweşînin, bi hêza xwe bikaribin di vê pêvajoya herî zehmet û giran de keviran deynin ser hev û sîstemeke saxlem li ser bingeha wekheviya navbera her du zayendan de ava bikin.
Îda El-Hemûdî El-Seîdo ya 13 salî, bi destên bira û kurê apê xwe di xaniyeke taxê yê kevin de hatiye qetilkirin. Gelo beriya Îda qetil bikin çi pê kirin? Hezkirin di hemû civakan de ne qedexe ye, her kes dikare hez bike lê di civakên paşverû de bav û bira li gorî kêf, daxwaz û hilbijartina xwe keça xwe dizewicînin. Gelek jin vê qebûl nakin, ji ber ku baş dizanin wê pêşeroj çi be û çi ziraran bi xwe re bîne. Di civaka Ereb de tundiyeke ne normal li jinan dibe û yên herî zêde kar jî dikin jin in. Di vir de mafên wan tên xwarin, ji ber tirsa qetilkirin û tundiyê nikarin wê bêdengiyê bişkînin û daxwazên xwe bînin ser ziman. Îda beriya ku were qetilkirin ji xwarinê û avê hatibû mehrûmkirin û di mangeya malê de dîlgirtî bû û gelek caran rastî îşkenceyê hatiye. Her wiha beriya biryara qetilkirina wê li mangeya wê hatibû hiştin û bi rengekî wehşî lêdan xwaribû û herî dawî ev bûyer bi qetilkirinê bi dawî bû. Divê êdî kujer werin darizandin, kujer rehet negerin û nefes negrin û ev sûc neyê efûkirin. Doza Îda, doza tevahî jinên Ereb û yên cîhanî ye, dozeke ku divê çav lê neyê girtin e.
Îda bi qasî tîpên navê xwe, dilpak bû û li hemberî hişmendiya mêr serî netewand û zilm qebûl nekir. Nexwest ku bi wî zilamê kurê apê xwe re bizewice, ji ber wê kujeran nehiştin bi xwe û siberoja xwe şa bibe û biafirîne û ji jinên din re bibe cihê mînakê.
Li Rojava li cihê şoreşa jinan, ruxmî hemû civîn, perwerde û têkoşînê heya niha hin mirovên civakê bi paşverûtiyên xwe dijîn. Divê li cihê rêxistinên jinan lê hebin, kujer rehet negerin. Qetilkirina Îda peyamek bû lê divê ku bersiva vê peyamê dereng nemîne. Kujerên Îda divê rehet nejîn. Divê li hemberî van kujeran, gel serî hilde û li ber deriyê malbatê vê bûyerê protesto bikin. Pêwîst e ew malbat bi sûcê ku kiriye bihese û şerm bike. Bêdengiya îro, qetilkirina jiyanê di her kêliyê de ye.
Dîmen û fotoyên vî sûcî li ser malperên medyaya civakî gelekî hatin parvekirin û ev sûc hat şermezarkirin lê her kes li benda pêkanîna edaletê ye.