Sêva qedexe

MIZGÎN RONAK
Sêva min a qedexe yî tu
dixwim naxwim têr nabim
her ku bi pey dikevim
têm qedexekirin
sêva min a heram tu yî
vedişêrim venaşêrim dibînin
min bi heft fermanan bi dar ve dikin
Sêva min a qedexe tu yî
Dinivîsim
xeyal dikim
hembêz dikim
sêva min a qedexe tu yî
ji bo te têm kuştin her êvar
Sêva min a qedexe tu yî
çi dikim dibe tu
Sêva qedexe
çi difikirim rûyê te
ji çi hez dikim rengê te...
Carna ji min re welê tê ku kurdîtî jî sêva qedexe ye. Sêva qedexe ya li her dem û dewranê. Jixwe hemû nasnameyên berxwedêr wisa ne, qedexe! Ji bo ku qedexe ne dibin berxwedêr û ji bo ku di ber xwe didin dibin qedexe! Li vir navê wê pirtûka Amîn Maulof jî tê bîra mirov: Nasnameyên mirinokî... Ji bo ku şansa mirov a tercîhkirina nasname û erdnîngariyê nîn e; mirov bi mîrateyên nasnameyan ên bindestan jî hewhev tê dinê û heta diçe bela yan nîmetên wê dibîne. 
An jî wekî ku vê helbesta min a dawîn dibêje dibe sêveke qedexe! Lew mirov bi xwe jî hem sêvek qedexe ye êdî hem jî bi pey sêva qedexe dikeve. Yanî em hemû Kurdên serhişk û serbilind; xwediyên bexçeyên sêvên qedexe ne û em bi xwe jî qedexe ne! Belkî ji ber vê yekê ye ku em hemû di lîsteyên sor de ne jî; sêv jî sor, lîsteyên dijminan jî sor in. 
Lê çawa ku sêv fêkiya herî pir reng û pirwar e û li çar demsalan jî heye; gere sêva me ya qedexe jî welê be; pir reng, pir war, şoqker! Lew li war û dema ku dijberê te her tiştê te ji ber kiribe; zanibe tu ji ku têy, diçî li ku û tim gavek li pêş te be ne tu dikarî bibî bir reng û pirwar û ne jî dikarî wî di cihê wî de mat bikî. Ger em vegerin ser helbestê; hemin ku em wiha ji sêvê hez dikin; hem qedexe ne, navê xwe “bi tîpên zêr” li tiştên sor dinivîsînin, hem jî ji sêva qedexe hez dikin dê bexçeyên me yên bêser û ber, vê dagirkeriya rûreş bêencam û destvala bihêlin, gere bihêlin. Lew tu ji çi hez bikî tu ew î: -Sêva qedexe- û tu çi bî, jî wê/î hez dikî -sêva qedexe-
 Yanî ku em bi Erebî bêjin: Aşiq û meşûq, yek in. Mînak; em tu caran nikarin ji Hîtleran hez bikin lew em ne Hîtler in. Em nikarin ji koletiyê jî hez bikin lew em ne kole ne. Lê gere em li navbera çerxên serdestî û bindestiyê asê û daliqandî jî nemînin. Lew ku mirov di navbeyna van her du çerxên kirêt û şermezar de ji xwe re cihek ava neke jî; mirov bê cih û war dimîne. Belê, ne serdest, ne jî bindest; azad! Lê çawa? Ma şoreş ne bersiva vê pirsê ye!  
Gelî sêvên qedexe, di van rojên pandemîk ên giran de helbestek din datînim ber paceya we: 
Dengek 
Dengek tê
Tim dengek tê
Li pey te
Ditirsî
Dipirsî
Li ber çeman meraq dik3ı
Dibînî...
Ew tu yî
Ew tu yî
Tim xwe dişopînî
 Dengek tê li pêş te
Dengê lingan
Didî du
Ji kêvroşkan dipirsî
Li stêrkan difikirî
Ew jî dengê lingên te ye
Li pêş te olan dide
Qey tu bi pey xwe ketî.