Portreya Rojê: Rojîn Ehmed

Di komkujiya 25`ê Kanûna 2021`an ji aliyê dewleta Tirk ve li Kobanê pêk hat de her dû xwişk Feyruz û Rojîn Ehmed Îsa hebûn. Rojînê jiyana xwe ji dest da û Feyruz jî birîndar e. Feyrûz û dayika xwe destnîşan kirin ku ew ê tu caran ji ber van êrişan gav paş de navêjin, berevajî wê bihêztir bibin.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Dewleta Tirk a faşîst di 25`ê Kanûna 2021`an de bi balefirên bê mirov (SIHA)  mala malbateke welatparêz a li taxa şehîd Peyman a li Rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Beriya bombebaranê bi seatekê 9 endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger serdana malbatê dikirin. Di wê navberê de balafira bê mirov a dewleta Tirk a faşîst ciwanan hedef girt. Di encama komkujiyê de Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Îso, Merhef û Welîd jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Piştî wê bi çend rojan ciwanê bi navê Mesûd ê giran birîndarbûyî jî jiyana xwe ji dest da. Viyan, Rojîn û Mesud li goristana şehîd Dicle bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin. Nûjiyan Ocalan ya ji Efrînê li Şehbayê hat oxirin, Welîd û Merhef jî li gundên xwe yên navçeya Eyn Îsa hatin oxirkirin. 
Di nava vê komkujiyê de du xwîşk Feyrûz û Rojîn hebûn. Ew ji gundê Leqleqo yê li Rojhilatê Kobanê ne. Rojîn Ehmed Îsa sala 2002`an li gundê Leqleqo di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di nava 4 xwîşk û 4 biryan de Rojîn zaroka malbatê a heftan bûye. Dibistana seretayî, navîn û amedeyî li gundê xwe qedandiye û îsal pola 11`an dixwend. Zaroka li ser welatperweriya bi kok mezinbûye li rex xwendinê di nava Tevgera Ciwanan û Yekîtiya Jinên ciwan de kar dikir. Ji bo hînbûna serboriya jiyana Rojîna ciwan em ji dayika wê ya zarokên xwe bi zanebûna giringiya welatparêziyê mezin kirî û li hemberî bûyerê xweragir sekiniye û xwişka wê ya di heman bûyerê de birîndar bûyî nêrîn girt.
"Me serdana malbateke welatparêz dikir"
Di destpêkê de Feyrûz ya 25 salî, ku di bûyerê de ji lingê xwe birîndar bû behsa detayên êrişê kir û got: "Em weke ciwan çûn serdana malbatekê li Kobanê, me agir li hewşê pêxist û em 9 ciwan li derdorê kombûn. Di wê navberê de balefirên bê mirov wê derê bombebaran kir, ez çend deqeyan li ser hişê xwe çûm. Dema ku min çavên xwe vekir, em sê kes şiyar bibûn. Min dît ku hemû hevalên me û xwîşka min Rojîn hemû li derdê ne. Me yekser gazî cîran û hevalên xwe kir, amblans hat û em çûn nexweşxaneyê. Ez ji lingên xwe birîndar bûm, 5 hevalên me ku xwîşka min jî di nav de şehîd ketin û em yê din jî birîndar bûn. Ji xwe hevalekî me yê din jî ji ber giraniya birîna xwe, şehîd ket." 
"Emê têkoşîna xwe dewam bikin"
Feyrûzê destnîşan kir ku ewê tu caran ji têkoşînê ranewestin, dê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin û hêrsa xwe ya li hemberî êrişên faşîzmê bi van gotinan anî ziman: "Ev ne cara yekemîn e ku êrişên bi vî rengî li Kobanê çêdibin, dewleta Tirk di van êrîşan de jî malbatên welatparêz hedef digre. Beriya vê êrişê bi demeke kurt, em weke ciwan ji bo piştgiriya çalakiya dayîkan ya li ber dergehê Sîmalka çûn herêma Cizîrê. Piştî wê çalakiyê yekser dewleta Tirk em kirin armanc. Lê em tu carî ranawestin, emê têkoşîna xwe dewam bikin û mafê xwe jî bi dest bixin."
"Rojîna min şehîda 10`emîn a malbatê ye"
Dayika Rojîn Wehîde Mustefa ya 60 salî jî anî ser ziman ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derbikevin û hestên xwe wiha bilêv kir: "Her dû keçikên min di nava xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de bûn. Ew wê rojê çûn Kobanê, dewleta Tirk jî bi balefireke bê mirov êrişî wan kir û di encamê de keçika min Rojîn şehîd ket û Feyruz jî birîndar bû. Piştî rojekê agahî dan me, em çûn nexweşxaneyê û me xatir ji Rojînê xwest. Pişt re me merasîma wan şehîdan çêkir û me keçika xwe sipart axê. Aniha şehîdên di malbata me de bûn 10, ya herî dawî jî keçika min e. Ji ber vê em ê xwedî li mîrasa wan derkevin." 
"Kesên xwefiroş agir bi kezeba min xistin"
Wehîdeyê bal kişand ser polîtîqayên dewleta Tirk ên sîxûrkirina gelên heremê û axiftinên xwe wiha bidawî kir: "Ev bûyer û yên beriya wê jî bi destê mît û ajanên dewleta Tirk pêk hatin. Balefirên dewleta Tirk di axa xwe de ne, ma ew ji ku derê dizanin ku ewqas ciwan serdana malbatekê dikirin. Van kesên xwefiroş agir berdan kezeba min, şerme ku ev bûyer di Kobanê de dubare bibe. Li ser riya Kobanê, Sirînê, Cizîrê û di bajar xwe de jî. Dewleta Tirk dixwaze em ji ber van êrişan koçber bibin, bitirsin û cesaret nekin ku ji malên xwe derkevin. Dewleta Tirk carekê em koçber kirin, lê wê êdî ev pêk neyê. Ji xwe tu hêzên garantor alîkariya me nakin, em baş dizanin ku ew ji bo berjewendiyên xwe li cem me ne. Ji ber vê hêza me zarokên me ne, em ê bi vê yekê hebûna xwe biparêzin. Keçika min jî bi vîna xwe cihê xwe di nava xebatên ciwanan de girt, ji ber vê em ji bo keda wê serbilind in."