Portreya Rojê: Nivîskar û rojnamevan Ehlam Mensûr

Nivîskar û rojnamevan Ehlam Mensûr bi cesareta xwe ya di nivîskariyê de tê zanîn, weke nivîskar berpirsiyariya xwe ya li hemberî civakê dizanibû û bi wê zanebûnê nivîsî.

Navenda Nûçeyan - Nivîskar û rojnamevan Ehlam Mensûr sala 1951’an li Xaneqîna girêdayî Diyalaya li Başûrê Kurdistanê yekem henaseya jiyanê girtiye. Di salên 1970’an de dema ku hê xwendekara dibistana amadeyî bû dest bi ceribandinên destpêkê yên çîrokan dike, her diçe baldariya wê ya ji bo nivîsê zêde dibe. Di sala 1974’an de dîplomaya beşa zimanê Kurdî li Zanîngeha Bexdayê digre, di sala 1999’an de jî li ser kurteçîrokek li heman zanîngehê mastir dibîne. Di sala 1975’an de li dezgeha Hewkarî dest bi xebatê dike û paşê jî li saziya çandiniyê berdewam dike. Li gel xebata nivîsê tim ji bo debarê karên cuda jî kiriye. 
Ji berhemên nivîskar Ehlam ên naskirî pirtûka Elwend
Di berhemên xwe de rastiya jiyanê, civaka Kurd û zilma li jinan dihat kirin raxistiye ber çavan. Bi qasî deh salan berhemên xwe bi zimanê Erebî nivîsîne, ji salên 1980'an û şûnve jî dest bi nivîsandina çîrok û romanên bi zimanê Kurdî kiriye. Berhema wê ya bi navê “Amereş” jî ji çîrokên jiyana nava kolanên Xaneqînê ne. Pirtûka xwe ya bi navê “Elwend” a ji komek çîrokan pêk tê ku yek ji berhemên wê yên naskirî ye jî di sala 1981’ê de weşandiye. Elwend navê çiyayekî bilind ê aliyê Îranê ye, hilbijartina vî navî tê wateya dema komên çîrokan digihîjin hev dikarin bi qasî bilindahiya çiyayan bi bandor bin. Li gel xebatên wêjeyî di gelek rojname û kovaran de jî nivîsiye û siyaseta demê rexne kiriye.  
Di sala 1986’an de diçe Parîsê û li Zanîngeha Sorbonê dixwîne, ji ber kêmderfetiya aborî du salan dixwîne û dest jê berdide. Bêderfetiyên ku serê wê timî meşxûl dikirin, piştî ku zanîngehê di nîvî de dihêle êdî zêdetir bandorê li tenduristiya wê dikin û nexweş dikeve. Demek dirêj ji ber nexweşiyê di bin çavdêriya bijîşkan de dimîne. 
“Xewn û xwîn”
Piştî raperîna sala 1991’ê li Silêmaniyê bi cih dibe û li Zanîngeha Silêmaniyê mamostehiyê dike û li Zanîngeha Koyê jî wane dide. Ji derveyî mamostahiyê di rojnameya Hawelatî de kar dike. Di rojnameya Çetir de xwebexş dixebite. Di heman demê de nivîskara rojnameyê bû û di quncika bi navê “Xewn û xwîn” de nivîsiye. 
10’ê Çileya 2013’an di temenê 63 salî de ji ber nexweşiyê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Heval û hezkiriyên wê cenazeyê wê birin li cihê zarokatiya wê li Xaneqînê li Goristana Xidir Zinde ya Xaneqînê spartin xakê.