Portreya Rojê: Nivîskar Yvonne Vera

19’ê îlona 1964’an li Rodezya ya Zimbabwe yê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dayik û bavên wê mamostabûne. Li Bulawayo yê lîsansa bilind dixwîne û li dibistana amadeyî Njube ya Bulawayo yê waneya înglîzî dide. Sala 1986’an li Zanîngeha York a Toronto ya Kanadayê perwerda wêjeya înglîzî, dîroka hunerê û derhêneriya filîman xwend. 
Sala 1995'an jî bi tevahî xwe da karê nivîsê û vegeriya Zimbabve yê û yek ji nivîskara welatê xwe ya herî bi nav û dengbûye. Mijarên pirtûkên wê yên bingehîn li ser mêtîngeriya li Rodezya yê û gerilayên Bantusê ne.
Di sala 2003’an de bi nivîsên xwe tevlî antolojiya Keçên Nû yên Efrîqayê bûye. 7’ê nîsana 2005’an li Kanadayê ji ber nexweşiya menenjitê jiyana xwe ji dest da.