Strana Rojê: Koma Muzîkê ya Xanzad

Koma Muzîkê ya Xanzad sala 1983’an li Hewlêrê hatiye avakirin. Di destê her jinên ciwan ên endamek komê de estroman hene û bi xwe hem lêdixin hem jî dibêjin. Di demek kin de bi xebatên xwe yên serkeftî tên nazîn û navê wan belav dibe. Rejîma Baas a Iraqê zextê li wan dike ku li ser siyaseta wan stranan bêjin, lê jinên endamê komê napejirînin.