Portreya Rojê: Chimamanda Adichie

15’ê Îlona 1977’an li Nîjeryayê hatiye dinyayê, zarokatiya xwe li wê derê derbas kiriye. Tiştên di zarokatiya xwe de jiya, bû şahid û jiyana jinên Nîjeryayê wê ber bi femînîzmê ve bir. 
Berî ku ew wateya peyva femîmîzm bizanibe jî xwedî ramana parêzvaniya mafê jinan bû û zîhniyeta mêr lêpirsîn dikir. Ji bo xwendina zanîngehê çû DYE’yê û li wê beşa zanistên siyasî û ragihandinê xwend. Li gel wê jî nivîsî û nivîsên wê gelek hatin xwendin. 
Romana wê ya yekem Mor Amber di 2003’an de hat çapkirin û bi 23 zimanan hat wergerandin û xelatên Adîchîe, Orange û Booker.
Xelata Wêjeya Afrîkayê Caîne, Xelata Romana Herî Baş a Koma Nivîskarên Neteweya Înglîz û ya BCC û Xelata Çîrokan a O. Henriy girt.