Portreya Rojê: Isadora Duncan

Di 27’ê Gulana 1877’an de li Kalîforniyayê yek ji 4 zarokên malbateke koçberên Îrlandayê hat dinê. 9 salî dest bi perwerda baleyê dike, ji bo di baleyê de pêşde biçe 1895’an de diçe Şîkago û piştre jî diçe New Yorkê, sala 1899’an jî diçe Ewropayê. 
Di navbera salên 1916 û 1920’an de performansa xwe ya solo nîşan da derket turneyên ku Amerîka û Ewropa jî têde bûn. Sala 1917’an ji Şoreşa Sovyetê bi bandor bû û 1921’an jî çû Moskova, li wê hêrsa xwe ya li dijî bêdadî, êş û berxwedanê di reqsa xwe de nîşan da. 
14’ê îlona 1927’an li bajarê Nîce ya Fransayê, di wesayîta wê ya Bugattî ya servekirî de, laçika wê ya dirêj li stûyê wê geriyabû û jiyana xwe ji dest dabû. 
Li ser wê gelek pirtûk û helbest hatin nivîsîn, fîlm, belgefîlm, lîstik û peyîker hatin çêkirin.