Jiyana xwe daye xizmeta zarokên bêxwedî

Razawa Ebdula yek ji wan jinan e ku piştî temamkirina xwendina xwe, dest bi kar kiriye û heta niha jî dixebite. Piranî karê wê, ji bo xizmeta zarokên bêxwedî bû. Razawa dibêje: “Dema ez zarokek bêxwedî perwerde dikim hestên dayiktiyê bi min re çêdibin. Dilê min bi aram dibe, wisa dibim ku bi karê xwe ve zêdetir werim girêdan.”

Razawa Ebdula yek ji wan jinan e ku piştî temamkirina xwendina xwe, dest bi kar kiriye û heta niha jî dixebite.  Piranî karê wê, ji bo xizmeta zarokên bêxwedî bû. Razawa dibêje: “Dema ez zarokek bêxwedî perwerde dikim hestên dayiktiyê bi min re çêdibin. Dilê min bi aram dibe, wisa dibim ku bi karê xwe ve zêdetir werim girêdan.”
ŞÎNYAR BAYIZ
Silêmanî- Emrê bi xwedîkirina zarokên bêxwedî diborîne bê teredut wan perwerde dike. Jiyan çiqas ji zarokên bêxwedî re zehmet be jî hebûna destekî ku bi destên wan bigre û jiyana bê teredut ji bo wan ava bike û amojagarî li wan bike dibe alîkar ku jiyana asayî bijîn û dahatuyekê ji xwe re ava bikin. Yek ji wan jinan cîgira rêvebera mala zarokên bêxwedî Razawa Ebdulla ye. Gotina dayê ya wan zarokan ji bo Razawa di wê mala zarokên bêxwedî de pê re hestek gelek cuda ava dike. 
Rezwa Ebdulla gelek karan kiriye  
Razawa Ebdula di sala 1984’an de li zanîngeha Bexdayê beşa civaknasî temam kiriye. Di gelek karên cuda de xebitiye. Ji van karan yek wanebêjî li dibistanan, di sala 1995’an de wekî dozgerek civakî ya di beşa çavdêriya civakî de hatiye damezrandin nêzî 6 mehan ev kar kiriye. Piştre  li di mala ciwanan a bi navê Olof Palme ku taybetî zarokên temenê wan 7-12, lê ne dibe dozger. Nêzî 9 salan dibe rêvebera mala ciwanan.
Razawa di jiyana xwe de gelek karên cur bi cur kiriye. Wekî bi xwe jî dibêje piranî karên wê ji bo zarok û ciwanan bû. Bi xizmetkirinê gelek kêfxweş dibe. Razawa di sala 2007’an de dibe cihgira çavdêriya civakê û heta niha jî karê xwe berdewam dike.
“Gotina dayê mirov ber bi xizmeta zarokan ve dibe”
Razawa dide diyarkirin ku dema gotina dayê ji wan zarokên bêxwedî dibihîse wisa dike ku hin zêdetir bi karê xwe ve were girêdan û wiha dibêje: “Dema ez gotina dayê ji wan zarokan dibihîsim hîs dikim ku derûniya min baş dibe ev peyv wisa dike ku bê teredut xizmetê ji zarokan re bikim. Ez gelek kêfxweş im ku ew zarokên di temenê biçûk de min xwedî kirine, niha bûne xwedî dîplome û karên taybet ji bo jiyana serkeftî dikin.”
“Wê em fêrî gelek tiştan kirin, dayik û bavê me ji me re ev nekirin”
Ajansa me di hevdîtina bi yek ji wan zarokên ku li mala zarokên bêxwedî ji aliyê Razawa ve mezin bûye û niha jî xwedî dîploma û karê xwe ye dibêje: “Xweştirîn salên min li gel dayê Razawa derbas bûn. Me dişand seyran û gerê her dem ligel zarokan hemahengiyek çêdikir û qet cudahiyek nedixist navbera wan. Dayê Razawa em hemû fêrî rêz û rastiyan kirine. Me hemû fêrî perwerdeyek bi tendurist kir. Em fêrî gelek tiştan kirin ku dayik û bav fêrî zarokên xwe nakin. Dayê Razawa û karmendên din ji me re gelek baş bûn. Heta niha jî ez têm serdana wan dikim. Niha jî ez karê xwe dikim bi xwe bawer û piştrast im.”
Nebûna dozgeriya civakê bûye pirsgirêka sereke ji bo malê
Razawa da zanîn ku ew hewl didin wekî malbatek bin û bikarin di dahatûyê de wan bikin xwedî dîplome û karê xwe bikin û got: “Di hemû xaniyan de çavdêriyên  bijîkî ji bo agahdariya zarokan heye. Her wiha di vê malê de mamosteyên taybet hene wekî ku çawa zarok ji aliyê malbatan ve pêwîstî bi alîkariya xwendin û fêrbûnê heye, mamosteyên me jî ji bo hemû pêwîstiyên wan dibin alîkar.”
“Barê derûniya her yekê ji wan giran e”
Razawa bal dikşîne ser nebûna dozgeran di nava mala zarokên bêxwedî de û wiha domand: “Ev nêzî çend salan e qet dozger li vê derê nehatine damezrandin kêbûna dozgeran jî dibe pirsgirêk. Bi kêmanî divê di her malekê de sê dozger hebin ji ber her yek ji wan zarokan ji cihekê hatine û barê derûniya her yekê ji wan giran e.”
Razawa behsa bandorên qeyrana aborî ku bandora xwe li ser rêveberiya mala zarokên bêxwedî kiriye û ew pereyê ku tê ji wan re tê şandin têrî pêwîstiyên zarokan nake û wiha dibêje: “Gava zarokek tê gel min û daxwaza tiştekê dike û ez nkarim jê re peyda bikim ji bo min hesteke herî nexweş e.”
“Kes hay ji êşên jinan nîn e”
Razawa Ebdula di peyama xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wiha dibêje: “Ez weke jinek xwedî ezmûn roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û jinên Kurdîstanê pîroz dikim. Divê qet jinek çavên wê nemîne li kesê ku mafê wan bi dest bixe. Ji ber ku kes hay ji êşên jinan nîn e, jin bi xwe divê hewl bidin û têkoşînê ji bo mafê xwe bikin.”