Li gundê Jinwarê projeya teşîrêsiyê

Her sal bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meclîsa gundê Jinwar projeyên nû didin avakirin. Îsal jî pirojeya teşîrêsiyê despêkiriye û dê bi rîsên ku tê amadekirin destkariyên nû bên çêkirin.

Her sal bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Meclîsa gundê Jinwar  projeyên nû didin avakirin. Îsal jî pirojeya teşîrêsiyê despêkiriye û dê bi rîsên ku tê amadekirin destkariyên nû bên çêkirin.
ROJDA SEYIDXAN
Hesekê –  teşîrêsî çandeke kevnare û beriya hezaran salan bi destê jinê hatiye afirandin. Her çandek xwedî dîrokek kevnar e û  teşî jî dîroka wê dighêje dema neolotîkê ango dema xwedewandan. Gelê Kurd jî yek ji wan pêkhateyane ku vê kevneşopiyê dişopîne. Teşî ji bo jina kurd cihekî wê yê taybet heye. Dayik di her zivistanê de ji bo zarokên xwe cil û bergên qewîm çêdikin û bi salan ew cil tê bi kar anîn, heta roja îro jî ev çand dewam dike. Gundê Jinwar a girêdayî navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25'ê Mijdara 2018'an de bi merasimekê hate vekirin. Li gundê weke navê xwe jin dijîn gelek xebatên nû tên pêşxistin. Di gund de weke akademî, nexweşxane, firoşgeh, navendek dermanên xwezayî, werşeyên dirûtinê û dibistanek ji bo fêrkirina zarokan hatiye avakirin. Her sal bi boneya 8'ê Adarê jin li gundê Jinwar projeyên nû ava dikin. Îsal jî bi boneya Roja Jinên Cîhanî projeya teşrêsiyê hate vekirin. 
Jina bi navê Zeyneb Silêman ya 50 salî ji gundê Çeletê ya navçeya Dirbesiyê ye. Zeyneb ev nêzî 5 salin karê rêsandina bi teşiyê dike. Niha jî bivê projeyê cihê xwe di gundê Jinwarê de digire. Zeyneb têkildarî teşîrêsiyê nêrîna xwe parve kir. 
Projeya çanda kevnar, teşîrêsî li gundê Jinwarê 
Zeyneb diyar kir ku ew her sal bi boneya Roja Jinên Cîhanê li gundê Jinwarê projeyên kevnar ên jinên xwedewand ava dikin û wiha pêl da gotina xwe: "Her sal bi boneya 8'ê Adarê, em  weke meclîsa gundê Jinwarê projeyên nû yên aîdê jinê avadikin. Her jina ku di gund de dijî cihê xwe di vê projeyê de digire û xebat dide meşandin. Niha li gundê Jinwarê gelek projeyên mîna dermanên xwezayê (şîfa jin), gulîstanên şînkahiyê, firina nan û werşeyên dirûtinê hene. Îsal jî bi yekîtiya jinê me rêsandina bi teşiyê vekir û di 4'ê Adarê de eşkere kir. Hezkirin û xwesteka me ji vî karî re heye, loma me çanda dayik û dapirên xwe ji nû ve zindî kir."
 Vegera çanda xwedewandan li Jinwarê zindî dibe
Zeyneb Silêman ji bo rêsandina teşiyê jî wiha hest û girêdana xwe parve dike: "Ev nêzî pênç sale ez karê rêsandina teşiyê dikim. Bi boneya Roja Jinên Cîhanê me beriya du mehan dest bi projeya rêsandina bi teşiyê kir. Em ê 4 jin di nava vê projeyê de kar û xebatê xwe bidin meşandin. Di heman demê de jinên ku xwesteka wan ji vê karê re heye, ew jî kar dikin. Ev kar di nava civaka me de çandeke kevnar e, ji ber em ji bîra nekin em cardin bi zindî kirina çanda xwe vegiriyan dîroka dayik û dapirên xwe. Dayik û dapirên me bi teşiyê hirî dirisandin da ku cilên li ser destan çêbikin. Bi boneya 8'ê Adarê ez roja tevahî jinan pîroz dikim. Banga min ji tevahî jinan re heye ku bi çanda xwe ve girêdayî bin û çanda xwe ji nû ve vejîn bikin. Her wiha divê em nifşên nû jî hînî çanda xwe bikin da ku çanda me her zindî bimîne. Her pêkhate bi çanda xwe tê nasîn, loma divê em çanda xwe ji qirkirinê biparêzin."