Bi keda destên Kevokê bêhna nanê tenûrê li gund belav dibe

Li gel pêşketina teknîkê çêkirina tenûran di jiyana gundan de xwedî cihekî taybete. Kevok Dahir bi temenê xwe yê 59 salî xwedî li çanda pîrokên xwe derdikeve û bi keda destên xwe ev çand li gundê xwe zindî hêlaye.

RONÎDA HACΠ
Hesekê -Tenûr yek ji çandên Rojhilata Navîn e, li gel pêşketinên teknîkî ev çand bi keda destên jinên gundan zindî dibe û her pêkhateyên ku li gundan dijîn wê bi kar tînin. Piştî pêşketina teknîkê çanda çêkirina tenûran pir kêm bû lê jinên li gundan dijîn parastina vê çandê dikin. Yek ji taybetmendiyên jiyana gundan ew e ku bi derketina tîrêjên rojê re jin seharê radibin û nanê tenûrê lêdixin. Bêhna nanê tenûrê li kolanên gund  belav dibe. Jina bi navê Kevokê Dahir 59 salî ye û li gundê Til Necma yê navçeya Til Temir a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî heya roja îro jî bi çêkirina tenûran çanda kevnar a dayik û dapîrên xwe dişopîne. Kevokê têkildarî karê ku dike nêrîna xwe bi me re parve kir.
Bi huner û keda destên xwe tenûrê ava dike
Dayika 5 zarokan Kevokê Dahir bi axa taybet, bi ked û bi hunera destên xwe, tenûran çêdike. Kevokê ku ev 30 sal in tenûr ji bo mala xwe çêdike wiha behs dike: "Di zaroktiya xwe ez li Hesekê dijiyam, wê demê bajarê Hesekê ewqas mezin nebû. Di 20 saliya xwe de ez zewicîm û hatim gundê Til Necma yê navçeya Til Temirê. Dayika min tenûr çêdikir û me nan lê dida. Ez ji dayika xwe hînî tenûr û nanê tenûrê bûm. Gundê ku ez çûmê çanda tenûrê li pêş bû, ji ber ezmûna min hebû min ji bo mala xwe jî tenûr ava kir û nanê tenûrê lêdida. Her tenûrek 10 sal tên bi kar anîn. Di jiyana gundan de wekhevî, alîkarî û bi hev re jiyîn pêş bû loma kesên ku tenûra wan nebûya diçû gel cîrana xwe nanê tenûrê lêdida."
Rêbaza çêkirina tenûrê 
Çêkirina tenûrê jî kedek mezin û westandinek dixwaze, Kevokê bi axa taybet tenûrê ava dike û berhem jê digire. Kevokê wiha qala avakirina tenûrê dike: "Lêkirina tenûran ji axa sor tê avakirin. Her ax ji bo avakirina tenûrê nabe û divê di nava axê de kevir nebe, dema kevir hebe wê tenûr biteqe. Her wiha em porê bizinê û kaya hêrayî,  tevli axa tenûrê dikin da ku neşkê. Paşê em bi av şil dikin û distirînin heya ax hev bigire. Çêkirina tenûrê di heyva Adarê de dest pê dike, ji ber ku hêdî hêdî tava rojê germ dibe û ew heriya ku tenûrê lê tê çêkirin zû zuha dibe. Her wiha çêkirina tenûran heya dawiya havînê berdewam dike. Destpêkê bingeha tenûrê bi awayekî gulover tê dayîn, her ku zuha dibe roj bi roj tebeqeyên wê zêde dibin. Karê tenûrê ne bi hêsanî tê çêkirin, zehmetiyên wê hene, piştî ku tenûr ava dibe û em tama tenûrê digirin hemû westandin ji bîra me diçe."
Vegera çandê girîng e
Kevokê diyar kir ku daxwaza wê ew e nifşên nû jî hînî çêkirina çanda dapîr û bapîrên xwe bibin û wiha pêl da gotina xwe: "Dayika min, ez hînî çêkirina tenûrê kirim, her ku ez tenûrê çêdikim ango nan lêdidim dayika min tê bîra min. Hezkirina nanê dayika min her di dilê min de zindî maye. Daxwaza min ew e ku nifşên nû jî hînî çêkirina çanda dapîr û bapîrên xwe bibin. Her tişta ku em bi keda destên xwe çêdikin xwedî wate û fêdeyek mezin e. Pêvajoya ku em niha dijîn, derdora me dorpeç kiriye û buhabûn di asta herî jor de ye, ji bo ku em rê li pêşiya vê qeyranê bigirin divê vegerin çanda xwe."