Jinên Nepalê di 8’ê Adarê de jî dixebitin

Hemwelatiyên Nepalê yên ji ber bêkariyê berê xwe dane herêma Kurdistanê, ji ber zehmetiyên jiyanê li Baxê Gîştî yê bajarê Silêmaniyê roja xwe ya bêhndanê jî kar dikin.

 
ŞÎNYAR BAYÎZ 
Silêmanî- Zehmetiyên jiyanê û qeyrana aborî li welatên hejar wisa kiriye ku hemwelatî ji bo jiyana asayî biafirînin dest ji welatê xwe berdane. Hemwelatiyên Nepalê ji ber têkçûna rewşa aboriya welatê xwe, berê xwe dane navçeyên cuda yên herêma Kurdistanê. Bajarê Silêmaniyê yek ji wan bajaran e ku rêjeyek ber bi çav hemwelatiyên Nepalê lê bi cih bûne. Ji bo bikarin debara xwe û malbata xwe pêk bînin li kompanyên taybet û li malan kar dikin. Di roja xwe ya bêhndanê de jî li  Baxê Giştî bi xwarinên ku çêdikin hem demek xweş derbas dikin hem jî xwarinên welatê xwe difiroşin.
“Em bi hev re demek xweş derbas dikin”
Hemwelatiyên Nepalê ji welatê xwe dûr kar dikin, hêviya wan ji jiyanê gelek heye. Yek ji wan jinan jina bi navê Lakşmiye ku ev 5 sal in li herêma Kurdistanê li mal û kompanyên taybet kar dike dibêje: “Ji bo karkirinê ez hatime Kurdistanê, ji ber li Nepalê kar heye lê belê perê wê gelek kêm e. Destpêkê vê derê ji bo min zehmet bû. Lê belê ji ber niha êdî ez kar dikim ez gelek kêfxweş im. Nêzîkatiyên xelkê Kurdistanê ji bo me baş in. Em nikarin zû bi zû serdana welatê xwe bikin hikumet ji bo serdanê astengiyan ji bo me derdixîne û nahêlên em serdana welatê xwe bikin. Di roja navbera me de em hemû nepalî bi hev re tên Baxê Giştî û bi hev re demek xweş derbas dikin.” 
“Xelkê Başûr ji xwarina welatê me hez dike”
Bicîtamin a ku ji Nepalê ye li welatê xwe nêzî du salan karê çêkirina xwarinê dikir, niha jî li taxa Salmî ya bajarê Silêmaniyê li gel malbata xwe erbaneyek ya xwarinê daniye û xwarinên cuda yên Nepalê çêdike û difiroşe dibêje: “Ev nêzî 4 salan e ez li herêma Kurdistanê me li kompanya û bazara Silêmaniyê kar dikim. Rojên înê nabera min e wê rojê jî ez erebeya xwe datînim û xwarinên welatê xwe difiroşim. Xelkê Başûr ji xwarina welatê me hez dikin û dikirin.”
“Ji ber bêkariyê me koçî herêma Kurdistanê kiriye”
Nurgîn lama yek ji wan jinan e diyar dike ku ji bo piştgiriya hevjînê xwe bike dixebite û got: “Me ji ber bêkariyê koçî herêma Kurdistanê kiriye. Ev nêzî 8 salan e em li vê derê ne, tenê ji bo serdanê em diçin welatê xwe. Ez li malan karê paqijiyê dikim, hevjînê min jî karê dartraşiyê dike. Rojên înê jî li Baxê Giştî em xwarinê difiroşin. Xwarinên Nepalê gelek ji xwarina kurdewarî cudatir in. Navê xwarinên me jî weke birtin limo, tobîn, siyablî, maçî her wiha şîrînahî jî em bi arê birincê û her kes bi awayek taybet çêdike û li vê derê em difiroşin xwarinên me rastî eleqeyê tên.”
Dema me wek ajans pirs kir ku ka agahdariya wan ji Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê heye yan ne me bersivek negirt ji ber kar agahiya wan ji roja 8’ê Adarê tunebû. Ji ber ku ji welat û malbatên xwe dûr in tenê ji bo debara jiyanê kar dikin.