Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê plansaziyên xwe yên sala 2022’an sererast dike

Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê ji bo alîkariya jinan bike û pêşî li tundîtûjiya li hemberî jinan bigre pilansaziya xwe ya sala 2022’an ji nû ve sererast dike.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê giraniyê dide xebatên xwe yên li ser xizmetguzariyên zagonî, piştgiriya derûnî û civakî ji bo jinên ji tundûtûjiyê rizgar bûne lê belê rewşa xirab a aborî û civakî ya van demên dawiyê li Lubnanê hişt ku kombûn stratejiya xwe li gorî rastiyê sererast bike. Der barê vê mijarê de endama desteya îdarî ya Komcivîna Jinên Demokrat a Lubnanê Sarah El-Ewta ji ajansa me re axivî.
"Xizmetên nû bi xebata me re hatin destpêkirin"
Endama desteya îdarî ya Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê Sarah El-Ewta di destpêka axaftina xwe bal kişand ser destkeftên diyar ên sala 2021’ê û zehmetiyên ku kombûn rast hatiye de wiha got: “Kombûna Jinên Demokrat bi gelemperî xizmetên piştevaniya derûnî, civakî û xizmetên zagonî pêşkêşî jinên ji tundûtûjiyê rizgarbûyî dike. Heta sala borî ji ber rewşa dijwar ya aborî, ji bilî van xizmetguzariyan, me alîkariya madî jî weke alîkariya veguhestinê pêşkêşî kir jinên ji tundîtujiyê rizgarbûyin, ji ber zehmetiyên aborî nikarin xwe bigihîjînin navendên me. Her wiha me amûrên paqijiyê ji wan re peyda dikir, ji ber ku pêlavên paqijiyê ji ber buhabûna wan yek ji wan hewcedariyên ku di sala borî de derketin holê. Nemaze piştî teqîna bendera Beyrûdê di 4’ê Tebaxa 2020’an de û alozbûna rewşa aborî, di heman demê me qada şêwrê jî berfirehtir kir da ku kategoriya ciwanan jî bigire nav xwe, ne tenê jin û keçên ku rizgar bûne, ji bo hejmarek herî mezin a mirovan jî jê sûdê bigrin. Kombûn, kalîteya xizmetên ku civak pê hewce ye û kombûn wê pêşkêş nakê dişopîne da ku ji komeleyên din ên pispor re di vî warî de were şandin. Her wiha me li herêmên curbecur, bi taybetî li der û deverên  dûrî paytexta Beyrûdê, wek Baalbek, Trablus, Akkar, Jib Cenîn û hwd. kursên perwerdeyê ji bo ciwan û jinan organîze kirin. Ev kampanyaya perwerdeyê li gorî pêwîstiyên herêmê ji aliyê jinan ve tên organîzekirin û em di kombûnê de alîkariya madî pêşkêşî wan dikin. Bi rastî jî me dikaribû çend kampanyayên civakî bidin destpêkirin.”
"Kampanyaya Na ji beriya 18’an berdewam dike"
Sarah El-Ewta wiha behsa kampanyaya Na ji beriya 18’an re kir û wiha domand: “Em ê heta dawiyê li ser vê kampanyayê bixebitin. Lê yek ji astengiyên herî dijwar ên sala borî di vê mijarê de rastî me hat, ew e ku parlamento yan jî komîteyên pêwendîdar naxwazin bicivin û biryarê li ser zagona parastina zarokan ji zewaca biçûk bidin. Me gelek hewl da ku komîsyona parlamentoyê ji civînê re agahdar bikin lê sala borî 2 caran ji bo gotûbêjkirina vê zagonê civiya û mixabin heta niha nehatiye pejirandin. Ji ber vê jî  em vegeriyan û me kampanya Na ji beriya 18’an di bin dirûşma ‘Ne dema wê ye’, ango ‘Ne dema zewacê ye’, ‘Ne dema bikeve jiyana zewacê’ dest pê kir. Li Lubnanê pênc navendên me hene ku di heyama qutbûneke tund a elektrîkê de hatine rawestandin û heta karmendên jin jî ji ber kêmbûna sotemeniyê nikarin xwe bigihîjînin navendên kar û xwebexş jî daxwaza zêdekirina alîkariya veguhestinê kirin ji bo buhabûna benzînê û jiholêrakirina piştgiriyê. Yek ji zehmetiyên em pê re rû bi rû mane, ewe ku em rêxistinek ya mafên mirovanin li ser parêzvaniyê dixebitin, ne di warê alîkariyê de. Lê me gelek daxwaz ji bo xwarin, alîkariyên madî û derman girtine lewre em li ser rêwerzên xwe yên sala 2022’an lêkolînê dikin û gelo em ê bikevin warê alîkariyê û heta çi astê. Dibe ku em li deverên ku xizmetguzarî û pereyên wan tune ne ber bi bihêzkirina jinan ve di warê aborî de bimeşin.”
"Em piştgiriya namzedên jin dikin"
Sarah El-Ewta teqez kir ku kombûn ji destpêka damezrandina xwe ve li ser tevgerên siyasî û guhertinê kar dike û wiha domand: “Em beşdarî şoreşa 17’ê Cotmeha sala 2019’an bûne û em her tim bang li jinan dikin ku beşdarî biryardayînê bibin. Em ê li qadan bin, çi bi riya çavdêriya pêvajoya hilbijartinê ji aliyê zayendî ve, çi jî bi piştgirîkirina namzedên jin ên jêhatî ji bo tevli meclisê bibin. Ger ku pêwîst bike em ê bi daxuyaniyek helwesta xwe ya der barê proseya hilbijartinê de diyar bikin û em hêvîdar in ku wê qonaxek rasteqîne ya guhertinê be.”
"Rêxistinên navneteweyî û saziyên xêrxwaz çavkaniyên me ne"
Planên nû dikevin çarçoveya stratejiya Kombûna Jinên Demokrat ên Lubnanê, dibe bi pêşkêşkirina alîkariya darayî û perwerdeya ku hewcedariya xwe bi diravê heye be. Der barê çavkaniya darayî de ji ber hilweşîna aborî ya ku dewleta Lubnanê dîtiye, Sarah El-Ewta dibêje: “Em serî li rêxistinên Neteweyên Yekbûyî didin da ku darayî werbigirin ger Neteweyên Yekbûyî ji bo Jinan, UNICEF  û UNFPA û yên din be. Em her weha diçin saziyên xêrxwaz yên wekî Plan International, ji bilî hin sefaretên Ewropayê yên ku em projeyên xwe pêşkêşî wan dikin, wek xêrxwazên ku bi xebatên xwe yên mirovahî têne nasîn, wek sefereta Swêdê yan sefereta Almanyayê, ku fonan bi kêfî nade, lê li ser bingeha projeyek yekgirtî.  Her wiha Rêxistina Jinan ya Neteweyên Yekbûyî zêdetir ji yek civîn organîze kir, tê de em vexwendin da ku hewcedariyên me di warê mafên jin û keçan de bibînin. Li ser wê bingehê hemahengî li gel wan tê kirin, me yê diravên zêdetir di warê aborî û bihêzkirina jin û keçan de bi dest bixista.” 
"Rewşa aborî û civakî hatiye guhertin"
Sarah El-Ewta bal kişand ser guhertina di planên stratejîk ên kombûnê de pêk hatiye û wiha got: “Beriya du salan me plansaziyek stratejîk amade kir lê dema ku me di Îlona borî de ji nû ve xwend, me dît ku êdî ne guncaw e. Ji ber ku di van du salên borî de rewşa aborî û civakî gelek hatiye guhertin, ji ber vê yekê emê ji nû ve dinivîsin. Ji wan tiştên ku di raya giştî de derketine Mînak; nebûna piştgiriya zagonî ji bo jinan, ji ber ku gelek jin hene hewcedariya wan bi şêwirmendiya zagonî heye lê fînansekirina van mijaran kêm e yan jî tune ye û em di stratejiya xwe de li ser disekinin. Di warê bihêzkirina aborî de em hewcedariyên herêman dinirxînin da ku em bibînin ka divê em li ser kîjan qadê bixebitin, dibe ku pîşeyên kevneşopî êdî ne pêkan bin û çûyîna ber bi projeyên dîjîtal ve hewce be, ji ber vê yekê em li ser herêman û hewcedariyên wan lêkolînan dikin da ku bighîjin armancên xwe. Stratejiya niha ji hewcedarî û pêdiviyên civakê tê lê bêguman bêyî guhertina nêrîna me, ji ber a ku em li ser dixebitin ew e ku di dawiyê de bigihîjin wekheviya hemûyan û li dijî tundiya li ser jin û keçan têbikoşin.”