Jinên destreng bi rêya sendikaya ristin û raçinînê li hev kom dibin

Sendîkaya Ristin û Raçinînê ya Jinên Helepçe kariye jinên destrengîn bigihîne hev û berhemê keda destê wan ê hunerî kombike.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Sendîkaya Ristin û Raçinînê ya Jinên Helepçe gelek jinên destrengîn li hev civandiye û hunerê wan hem bi hev daye nasîn hem jî gihandiye hunerhezan. Jinên desbikêr bi rêya vê sendîkayê dikarin kar bikin û mala xwe bi rêvebibin. Rêvebera Sendîkaya Ristin û Raçininê ya Jinên Helepçe Suzan Şeban ji ajansa me re behsa xebatên jinan ên nava sendîkaya xwe kir. Suzan Şeban diyar kir ku  gelek beşên weke karê dest, aksesuar, raçinîn, keştukal, mîmarî û ciwankarî heye û derê sendikaya wan ji bo hemû jinên desbikêr vekriye. Suzan Şeban despêkê serpereştiya karê dest û aksesuar, raçinîn û dirunê anî ziman.
“Jin bi rêya sendikayê dibin xwedî kar” 
Suzan Şeban bi bîr xist ku her sal li Kurdistanê gelek festîfalên xwarin, cil û berg li gel berhemên xwemalî tên li darxistin û jinên çalakvan bejdarî festîfalan dibin. Suzan Şeban bilêv kir ku jinên div an festîfalan de cîh digirin karê destê xwe nîşan didin û wiha got: “Li her cihek yê Kurdistanê em festîfalan li dardixin û bi berhemên sendîkayê bejdarî festîfalan dibin. Ji ber Helepçe bajarek biçûke jinên destrengin li mal kar dikin, em bi rêya sendîkayê peywendî li gel wan didanin. Her ku diçe xebata me bi vî awayî berfireh dibe û jinên nû tên dikevin navê.”
“Hejmarek zêde jin li hev kombûne”
Suzan Şeban destnîşan kir ku ew rêveberiyê jî ji nava xwe dihilbijêrin û wiha domand: “Ev nêzî mehekê ye ez bûme rêvebera sendîkayê, gelek keyfxweşim ku hêjmarek zêde jin di sendîkayê de kar dikin. Dema her jinek bibe xwedî kar dê pêre gelek pirsgirêkên civakî jî çareser bibe. Ji ber jin bi qasî hunerê destê xwe xwedî hunera dan û sitandinê ye jî dema digihin hev û hev dinasin bi hev re tengaviyên xwe jî didin derbaskirin.”
“Em jinan di haliyê pîşeyî de perwerde dikin”
Suzan Şeban ji bo dema bê jî ev tişt got: “Em xebat û çalakiyên xwe ji bo jinan berdewam dikin. Em perwerdeya 15 rojan bê beramber didin jinan ku bi rêya perwerdê bibin xwedî diplome û qerta kar digirin, ev ji bo me şanaziye. Bi vê rêbazê jin dikarin bi vê rêyê bibin xwedî kar û firoşgehan jî ji bo xwe vekin.”