Çanda çêkirina ava hinaran a li malê hê jî li bajarê Minbicê didome

Li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya gundên wê bi çandina darên hinaran navdar e û bi taybetî gundê El-Yasytî her wiha bi gihîştina hinaran û destpêkirina demsala çinîna wan re jinên bajarê Minbicê dest bi çêkirina ava hinaran kirin.

SÎLVA EL-İBRAHÎM 
Minbic- Bajarê Minbicê bi çêkirina ava hinaran navdar e û kargehên wê li gelek ji taxên wê tên belavkirin lê ava hinaran ku jin li malê çêdikin ji bo gelek malbatan baştir e.
Gelek malbat ji bo dabînkirina debara jiyan xwe çêkirina ava hinaran wek pîşe digrin her wiha berpirsyariya amadekirina wê bi giranî li ser milên jinan e.
50 salan bi wê xebatê debara mala xwe dike
Jina bi navê Fatîna El- Abdullah a 60 salî ji zaroktiya xwe ve ava hinaran derdixe. Ji reşahiya li ser destên wê, keda ku daye xuya dibe. Fatîna diyar dike ku bi salan ava hinaran derxistiye û wiha dibêje: "Ez hê 10 salî bûm di çêkirina ava hinaran de bi dayika xwe re dixebitîm. Tiştê ku min teşwîq dikir ez di çêkirina ava hinaran de bixebitim, hezkirina min a jê re bû, ez nikarim bê kar rûnêm, ez ji bêkariyê hez nakim ev bûn sedem ku ez 50 salan karê çêkirina ava hinaran bidomînim û ez pir fêrî vî karî bûme."
Tevî hemû rewşan jî min karê xwe domand heya piştî ku ez zewicîm jî û wiha got: "Di demên ku ez zarok bûm de ji bo alîkariya malbata xwe ez di karê çêkirina ava hinaran de dixebitîm û piştî ez zewicîm jî ji bo dahata malbata xwe dabîn bikim min karê xwe domand."
Ji zarokatiya xwe ve di çêkirina ava hinaran de dixebite
Fatina El-Abdullah bîranînên xwe yên ciwantiyê bi bîr tîne û di wê baweriyê de ye ku divê mirov di her temenî de bixebite û xwe bispêre xwe û wiha dibêje: "Di dema zarokatî û ciwantiya min de me bexçe kirê dikirin û me amadekariya zivistanê bi hemû beşan çêdikirin di nav de ava hinaran jî hebû, me xwe dispart xwe da ku em muhtacî tu kesî nebin, ev kar ji bo wan dahatek peyda dikir." Her wiha teqez kir ku dema ku tendirûstî baş be her kes dikare bixebite.
Di meha Cotemehê de dest bi derxistina ava hinaran dikin
Fatîna El- Abdullah bi keçên xwe re hemû emadekariyên zivistanê bi hemû beşên xwe çêdike û wiha tîne ziman: "Ez bi keçên xwe re zexîreyên zivistanê amade dikim ji bo em bifroşin."
Der barê çêkirina ava hinaran de Fatîna El-Abdullah wiha pêl dide gotinên xwe: “Em di meha Cotmehê de dest bi çêkirina ava hinaran dikin û heya dawiya demsala hinaran didomînin."
Nêzî 10 saetan li ser agir dikelînin
Her rojek an du roj hinarên di navbera 100 û 150'î kîloyan de tînin û libên hinaran ji wan diweşînin û piştre ava wan derdixin û li ser agir zêdeyî heşt saetan germ dikelînin. Têkildarî vê mijarê Fatîna El- Abdullah wiha tîne ziman: "Ez karê xwe ji saet 5’ê sibehê ve dest pê dikim heya saet 2'yê nîvroyê. Ez di saet 5'ê sibehê de ava hinaran datînim ser agir nêzî 10 saetan dikelînim."
Fatîna El-Abdullah dibêje ku ava hinaran a bi destan tê çêkirin ji aliyê gel ve pir tê daxwazkirin û wiha didomîne: "Gelek caran ava ku em amade dikin têra kesên ku daxwaz dikin nake, em mecbûr dimînin ya me ji xwe re çêkiriye bidin wan da ku em wan destvala venegerînin. Piraniya kesên ku tên gel min ava hinaran û amadekariyên zivistan dibin ji bajarê Helebê ne, ji beriya 20 salan de ji me dikirin."
Der barê zehmetiyên ku Fatîna pê re rûbirû dimîne de wiha dibêje: "Karê çêkirina ava hinaran hêsan nîn e. Qonaxa çêkirina ava hinaran pir zehmet e, ji ber ku demjimêrên dirêj dixwaze heya ku bikele û çêbibe. Pijandina wê li ser agirê daran pir zehmet e û mirov diwestîne her wiha pêdivî bi çavdêriya berdewam heye ji ber ku heger kela wê di ser de biçe û birije qezenca wê çênabe û dûrbûna bajarê Helebê jî yek ji zehmetiyên ku em pê re rû birû dimînin e."
Ji hezkirina xwe 30 sal in di pîşesaziya melasê de dixebite
Fatima El-salim 44 salî ye beriya 3 salan bi hevjînê keça xwe re ji bo vekirina projeya çêkirina ava hinarê xebitiye, wiha bi lêv dike: "Bi hatina dema berhevkirina hinaran em jinan tînin da ku ava wan derbixin bi pere her wiha min ev proje vekir ne ji bo ku debara mala xwe bikim an pere bi dest bixim, her endamek ji mala min xwedî karekî ye lê hezkirina min bû sedem ku ez projeya xwe bidim destpêkirin."
“Ava bi destan ji ya kargehan paqijtir û xwezayîtir e”
Jinên karkerên ku di projeya Fatima El-Salim a çêkirina ava hinaran de cih digrin hejmara wan ji 6 kesan heya 9 kesan e. Fatima El-Salim wiha dibêje: "Gelek jin hene bi hewceyî kar in û projeya me derfeta karkirinê ji gelek jinan re peyda dike. Ez tenê di karên rêvebirina projeyê de cih nagirim lê ez bi karkerên di projeyê de re jî dibim alîkar û demên pir bi kêf û xweşî em bi hev re derbas dikin."
Der barê sedema çêkirina ava hinaran a bi destan de Fatima wiha dibêje: "Ez ji ava hinaran a ku kargeh amade dikin hez nakim lê ez ji ya ku bi destan tê amadekirin hez dikim û baştir dibînim ji ber ku bi destan paqijtir e û ji ber ku piraniya kesên berê xwe didin kirîna ava hinaran kesên xwedî nexweşiya şekir in. Heger ava hinaran ne paqij be yan jî xwê û şekir tê de zêde be wê demê zirarê dide kesên nexweş ji ber vê jî ez dibînim ku ava destan baştirîn e. Tevî zehmetiya çêkirina ava hinaran jî ji bo jinan baştir e lewre muhtacî tu kesî nabin."