Li suka Silêmaniyê qehwe û şerberta tamxweş li ber dezgeha Seherê ye

Li bazara Urzdî ya bajarê Silêmaniyê Seher şerbet û qehweyan di firoşe dide diyarkirin ku jin ji ber zayendparêziyê nikarin bi awayek dilxweş kar bikin.

Silêmanî- Jina firoşger ya bajarê Silêmaniyê Seher Mîna rexne li asta rewşenbiriya civakê dike û dibêje jin ji ber zayendparêziyê nikare bi awayek dilxweş kar bike û bi çavek lê meyzekirinê li jinê tê nêrîn. Karkirin ne zehmete ya zehmet ewe ku muçe mêrek bide.
Seher Mîna li bazara Urzdî ya bajarê Silêmaniyê şerbet û qehwe di firoşe wiha dibêje: “Dibêjin civak pêşketiye, lê belê ne wisane. Em jin dixwazin kar bikin û kar ji dikin û di westin, lê belê zayenda ku li beramberî me westandina me nabînin û bi şêwazê ku em xwe didin nîşan wan li me meyze dikin. Hemû kar ji bo jinan zehmete lê belê divê jin bi hêz bin.”
“Tu kar ne zehmete ya zehmet ewe ku muçe mêr bide”
Piştî karkirinê girtina heqê destê xwe hestek cûdaye Seher jî weke her kesekê kedkar girtina yekem heqê destê xwe hestek cûda pêre cûda bû û dibêje: “Karkirin ne zehmete, ya zehmet ewe ku muçê te mêrek bide.”
Dema ku jin kar dikin û muçe peyda kir êdî kesek nikare bêje ev jine lewaze ji ber bi keda destê xwe muçe bi dest dixwe. Mêr ji ber vê yekê ji jinan hatiye cûdakirin ji ber ku xwedî hêze û dibêjin ‘Em muçe peyda dikin’ û jin ji xwedî heman hêzêne dikarin kar bikin û bi serbikevin.