Jinên ku beran çêdikin dibêjin ku bi hilberînê hestên gelek xweş dijîn

Jinên ku di atolyeya çêkirina beran de dixebitin hem hînî pîşeyek dibin hem jî pere qezenc dikin her wiha ji karê ku dikin jî razî ne. Jinan diyar kir ku karê çêkirina beran bi qasî ku dijwar e ewqas jî xweş e û destnîşan dikin ku hilberandina tiştek hesteke gelek xweş e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed– Jinên ku li taxa Bagcilara Rezana Amedê dijîn beşdarî kursa çêkirina beran (kilîm) a girêdayî Navenda Perwerdeya Gel bûn. Bi xebatê, hem pîşeya xwe bi pêş dixin hem jî azadiya xwe ya aborî misoger dikin. Di atolyeya ku salek e vekirî ye de, jin ji serê sibê heta êvarê beran çêdikin karê xwe bi baldarî dikin. Jinên ku ji karê xwe razî ne dibêjin ku xebat hem ji hêla aborî ve hem jî ji hêla manevî ve ji bo wan pir baş tê.
"Ev xebat kêfxweşiyek mezin dide me”
Sonay Yildiz a ku bi girtina motîfa di atolyeya li pêş de jê re hatiye dayîn, xalîçeyan bi têlên di destên xwe de çêdike, diyar dike ku karê xwe bi hezkirin dike. Sonay Yildiz dibêje ku her çend ew pîşeyek dijwar be jî di du mehan de hûrguliyên kar fêr bûye û axaftina xwe wiha didomîne; “Ev der par hat vekirin. Piştî ku vebû du meh şûnde min li vir dest bi xebatê kir. Dema ku ez hatim vir, di destpêkê de bi fikar bûm ka gelo ez dikarim fêr bibim an na. Lê piştî xebatek demkî, ez hem bi alîkariya mamosteyên xwe hem jî bi jinên ku li vir hînî vî karî bûbûn fêr bûm. Min ji vî karî pir hez kir, ji ber vê yekê pir dem neçû ku ez fêr bibim. Em li vir hem dixebitin hem jî hînî hunerê dibin.”
"Em beran çêdikin
Sonay Yildiz, diyar kir bi xebata di atolyeyê de hem pere qezenc dike hem jî demên xweş derbas dike, karê ku ew dikin disîplînek mezin hewce dike. Sonay Yildiz got; “Em xalîçeyên li vir bi temaşekirina li modêlan çêdikin. Kirina vî karî cidiyet û baldariyeke mezin dixwaze. Em xalîçeyan bi helboq helboq çêdikin. Karê me dijwar e lê pir xweş e. Gava ku mirov fêr dibe, dixwaze her dem çêbike. Çêkirina van xalîçeyan hem ji aliyê madî ve hem jî ji aliyê manevî ve ji bo me pir baş e. Hemû xebatkarên li vir jin in. Bi gotina ku “Derdora me pir xweş e” diyar dike ku ew hem dixebitin, hem jî serê xwe rehet dikin.
"Ger jin bixwazin dikarîn her karî bikin" 
Sonay Yildiz, evîna xwe ya ji bo karê xwe bi gotinên "Hilberîna tiştek hestek pir xweş e" vedibêje û teqez dike ku divê hemû jinên dixwazin moralê wan xweş be hînî hilberîn û xebatê bbkin. Sonay Yildiz dibêje dema ku jinek bixwaze tiştek nekaribe bike û gotinên xwe wiha bi dawî dike; “Carna dema hevalên min kilîmên ku ez çedikim dibinîn pirs dikin dibêjin; ‘Ev te çekir’ û matmayî dimînin. Li vir çêkirina xalîçeyek gelek rojan digre, ji ber ku em bi coş û dîsîplînek mezin kar dikin, tu carî aciz nabin. Hilberîn hestek pir xweş e. Ez dixwazim hemû jin karê xwe bikin û bihilberînin. Ger jin bixwazin dikarin her karî bikin û pereyê xwe bi dest bixin. ”