Xebatên mala jinên Dêrazorê ya amadekariyên zivistanê

Jinên Dêrazorê yên ji Adara 2019’an ve di gelek xebatan de cîh girtine, di qada aborê de jî kedek mezin didin. Xebatên wan ên aboriyê piranî bi şêwaza komun û keda evpar di mala jinên Dêrazorê ya amadekariyên zivistanê de tên berhevkirin.

Jinên Dêrazorê yên ji Adara 2019’an ve di gelek xebatan de cîh girtine, di qada aborê de jî kedek mezin didin. Xebatên  wan ên aboriyê piranî bi şêwaza komun û keda evpar di mala jinên Dêrazorê ya amadekariyên zivistanê de tên berhevkirin.
AMALÎ SELÛM
Dêrazor– Jinên Dêrazorê yên ji Adara 2019’an ve xwe di qadên xebatê de rêxistin kirine bi keda komunal xebatên çandiniyê dewam dikin. Bi hatina demsala payîzê re berhemê xwe yê nava erdan kom dikin. Berpirsiyara abûriya jinan a Dêrezorê Necwa El-Hisên ji ajansa me re xebatên jinan ên aboriyê nirxand.
Mala jinan a amadekariyên zivistanê
Necwa El-Hisên got ku li dêrazorê kar ji bo avakirina aboriya jinan tê kirin ji ber ku azadiya jinan bi azadikirina aborî dest pê dike û wiha domand:" Çend pirojeyên me hene ji bo avakirina aboriyek taybet a layîqê jinan, wek (Beyt El-Mûnê) ango Mala Amadekariyên Zivistanê, firna jinê, kargeha amûrên paqijiyê li gundewarên rojavayê herêmê, kargeha jinan di xeta navîn de û li rojhilatê herêmê jî kargehek me ya dirûtinê heye."
Necwa El-Hisên diyar kir ku wê di demek nêzîk de pirojeya mezraya çêlekan vekin bi armanca destekdayin û çalakirina rola jinê ye. Armanca vê pirojeyê bihêzkirina jinan di warê abûrî de ye hem jî destekdayina jinan da ku pêwistiyên jiyanê peyda."
Her wiha di sala 2019'an de li herêma dêrezorê bi armanca bihêzkirina jinan û dayîna pisporiya pêwîst, Meclisa jinên ciwan Firneyek otomatîk û Beyt El-Mûnê ev pirove yekem bû li herêmê ji hêla komek jinan ve tê çavdêrî kirin.
Berpirsa komîteya jinan li devera kasra û çavdêra xebatê li Beyt El-Mûnê Fadiya Awad got ku xebatê ku didin meşandin demsalî ye û mûneta zivistanê ya vê salê amadeye da ku li bazaran were firotin. Fadiya destnîşan kir ku ev piroje ji bo alîkarî dayina jinane û wiha got:"Armanca me ji pirojeya Beyt El-Mûnê pêşxistina abûriya jinan li herêma Deyrazorê ye."
Beyt El-Mûnê ku di 5'ê Hezîrana 2020'an de hatibû vekirin, tê de gelek jin hene ku di warê parastina xwarin û mayînê de xwedî tecrûbe ne û sebzeyan ji sûkê dikirin, wan zuwa dikin û bi bihayek kêmtir difroşin.
XebatkaraBeyt El-Mûnê Jurî El-Hesîn dibêje ku wan miqdarek baş xwarin amade kiriye û di kar de girîgiyek mezin didin tenduristî û paqijiyê, her wiha bihayên wan xwarinan jî ji bo her kesî başe ji ber ku ji yên bazarê kêmtire.
Karkera firnê Zehra El-Hisên 37 salî xebatên jinan girind dibin, nemaze ji ber şert û mercên aborî yên dijwar ku herêm tê re derbas dibe û got: "Kar dijwar e, nemaze ji ber ku nobet şev in, ji ber vê yekê divê nan her sibe amade be, lê ew ji rûniştina li malê bêyî kar çêtir dibîne."