Şiriniyên Şazê gelek tê heskirin

Jina ciwan ya bi navê Şaz Necmedîn Beşa Aborî ya Zanîngeha Silêmaniyê qedandiye di aliyê çêkirina şêrinahiyê de xwedî ezmûne, li ser van kêrhatiyên xwe kar dike û dibe şefa şirinahiyê.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Şaz Necmedîn ji Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Silêmaniyê mevzun bûye, pênc sale şiriniyan çêdike. Ji ber hewl û zirekiya wê ev dû sale bûye şefê şirînahiyan û ev kar jêre bûye pişeyê sereke.
Şaz wiha behsa destpêkirina karê xwe dike û dibêje: “Dema destpêkê min parçeyek şirinî dixwar min dixwest bi xwe bikarim şirinî çêbikim û min li mal destbi çêkirina şiriniyan kir û her tim min dixwest di tama wan de guherinînan çêbikim ku şiriniyek cuda be. Destpêkê bi rêya malpera taybet ya tora civakî min şiriniyên xwe pêşkêşî hemwelatiyan dikir û niha ez li Paşa Sport bûme şefê şirîniyan.”
“Malbata min gelek bi min re bû alîkar”
Şaz dide diyarkirin ku ew gelek giringiyê dide paqijiyê û dema ku parçeyek şirinî çêkir hewil da ku bikare vî karî bike û gelek caran dema şirinî çêdikir xirab dikir lê belê dest ji hewla xwe neberda û wiha got: “Bi wê hewildan û westanê tu cara malabata min nebû sedem ku ji karê xwe sar bibim û wana hertim piştgiriya min dikirin û herwiha havalên min û şefên din bi min re bûn alîkar hata ku ez giham van rojan.”
Şefa şiriniyan Şaz şiriniyek teybet ya bi navê chees kek çêdike û dibêje: “Di şiriniyan de tişta herî giring ew madeyên baş ku dikevin nava şiriniyan deye ku bi awayek baş pêşkêş bike. Li vê derê rojane em 13 curên şiriniyan amade dikin gelek kes tên serdana vêderê dikin ji bo ku şiriniyên min tam bikin.”
Şaz bi bîr xist ku ger jin bikarin dikarin di karê xwe de serbikevin û wiha dom kir: “Her jina ku bizane xwedî kijan kêrhatiyê ye û hewla wê bide dikare bi serbixwe, jin weke mêran dikare karên mînak bikin û bibin kesên serkeftî.”