Jinên koçber li Îdlibê bi kevirên peylon debara jiyana xwe dikin

Şert û mercên jiyanê yên dijwar, feqîrî û tunebûna derfetên kar, bû sedem ku hin malbatên koçber li Idlibê, di kûrahiya erdê de li kevirên peylonê bigerin da ku wan bifiroşin û pê debara xwe ya rojane bikin.

SUHÊR EL-IDILBÎ
Idilb- Şert û mercên zehmet ku koçberên Idlibê dijîn dibe sedem ku berê xwe bidin lêgerîna kevirê peylon. Jina bi navê Rima Al-Sabah a 35 salî, her roj serê sibê bi malbata xwe re ber bi erdên nêzî kampa wan, li bakurê Idlibê ve, diçe û li kevirên peylonê ku di hin erdan de cih digrin digere.
"Karê berhevkirina kevirên peylon ne hesan e" 
Rima Al-Sabah dibêje ku karê berhevkirina kevirên peylon ne tiştek hêsan e, ji ber ku di dîtina deverên berdest, kolandin û lêkolînê de gelek ezmûn hewce dike. Hevjînê wê ev pîşe ji bapîrê xwe hîn bûye û wî ev kar dest pê kir piştî ku neçar ma ji ber nebûna kar dest bi vî karî kir da ku jê sûd bigirin. Nemaze piştî koçkirina wan ji gundê wan Hass li başûrê gundewarê Idlibê û mayîna wan a li kampên ne fermî yên Idlibê.
Di domandina axaftina xwe de diyar kir ku di xebata xwe ya rojane de, bi qasî 20 kîlo peylon kom bikin, her kîloyek 3 lîreyên Tirkiyeyê ye, difiroşin kargehên paqijker û dikanên cihêreng.
Alîkariya dê û bavê xwe dike
Kurê Rima Al-Sabah ê mezin Raed Al-Jado 15 salî ye, her roj bi wê re dixebite dibîne ku di  berhevkirna  peylon de sûd û hezkirnek heye, bi taybetî ew girîngiya karê xwe di alîkariya dê û bavên xwe de dibîne. 
Karê Raed Al-Jado li ser birîn û derxistina kevirên peylonê di hundirê tunela ku ji hêla bavê wî ve hatiye kolandin de ye û carna berhevkirina wan ji zeviyên çandiniyê yên ku di hundurê wan de tên çandin piştî pêvajoya çinînê wan derdixe ser rûyê erdê. Ew  alîkariya dê û bavê xwe dike berhev dike, paqij dike, dixe di tûrikan de ji bo firotina wan.
Raed dixwaze vegere dibistanê lê dibîne ku jiyana wan zehmet e û hewcedarî bi xebatê heye ji ber şert û mercên jiyanê yên zehmet bi taybetî piştî hilweşandina beşa perwerdeyê ji ber şer.
Peylon kevirek ji celebên axê ye ku rengê wê ji gewr heya sor e û ji hin deveran di nav gund û bajarokên Idlibê de tê derxistin. Ew axa kîlî ye ku ji xwêyên mîneral, mîneralên ku di axê de belav bûne û vîtamînên ku ji bo por û çerm kêrhatî ne, dewlemend e.
Ji bo desteka ji bo hevjînê xwe û xwedîkirina zarokan dest bi wî karî kir
Ji bo Her wiha jina bi navê Suad El-Tabaş a 38 salî ye yek ji wan jinên koçber e ku wê jî berê xwe da berhevkirin û firotina kevirên peylon piştî ku karekî din nedît ji bo ku barê jiyanê digel hevjînê xwe yê nexweş û çar zarokên birçî hilgire dest bi vî karî kir.  Ew dibêje ku tunelan nakole ji bo kevirê peylon derxe lê îtîmadê dide ser hebûna tunelên ku berê ji hêla kesên din ve hatine kolandin.
Her wiha Suad El-Tabaş ku ji gundê Heîş li gundewarê başûrê İdlibê ye ber bi wargehên sînorî Atma ve koçber bû, ew di pêvajoya lêgerînê de rastî zehmetiyan tê, wek dijwariya hilgirtina çenteyên peylonê heta cihê ku ew difiroşe. Lê ew êdî fêrî xebatê bûye.
"Kevirê peylon pir bi sûde û bandorên wê yên neyînî qet tune ne"
Der barê feydeyên peylonê de, pispora kozmetîkê Suha Al-Rahhal a 32 salî dibêje ku kevirê peylon pir bi sûd e û bandorên wê yên neyînî qet tune ne, dijberî wê feydeyên wê pir in. Ew por xweşik û geş dike, diparêze, pêşî li weşandina por digre, rûn ji çerm digire û ji bo porê zuwa baş e. Tu bandorên wê  yên neyînî tune ne, berevajî şampûanên berbelav ku ji madeyên kîmyewiyên pêk tên gelek bi sûd e.  
Suad balê dikşîne ser feydeyên wê yên ku bi çerm û rû ve girêdayî ne, ji ber ku ew çerm dişidîne û rû ji reşikên reş paqij dike, ji bo tendirustiya mayînde ya rûyê mirov jî gelek baş e.
Suad li hemû jinan şîret dike ku îtîmadê bibin ser peylon ji ber gelek feydeyên wê hene û bihayê wê li gorî şampûan û kozmetîkên din, erzan e.
Ji bo nexweşiya serî bi kar anî
Jina bi navê Rawan Al-Helou ya 25 salî, di serê wê de psoriasis heye û bijîjkan jê re gotin ku di dema şûştina serî de peylonê bi domdarî bi kar bîne lê ew demek dirêj li wê geriya heya ku di dawiyê de li firoşgehekê dît. Her wiha Rawan Al-Helou wiha dibêje: "Mixabin kevirê peylon tevî girîngiya xwe ya bijîjkî zêde li sûkê peyda nabe, min xwe çêtir hîs nekir heya ku min peylon bi kar anî, ew dermankirinek bi bandor e."
Tevî kêmbûna daxwaza kevirê peylon, bi demê re ji ber derketina zêde ya şêweya materyalên pîşesaziya kozmetîkî, jinên koçber li Idlibê hê jî di rêwîtiyê de ne ku li wê bigerin û wê bikin çavkaniya jiyanê tevî zorî û zehmetiyan.