Di festîfala hingiv a Silêmaniyê de berhemê jinan ê xwemalî

Gelek jin bi hingivên xwe yên çêkrine bejdarî mêhrîcana hingivîn ya bajarê Silêmaniyê bûn. Her çendî karê hingivçêkirinê kerek zehmet be jî, lê belê jin hewil didin fêrî hingiv çêkirinê bibin û salane bejdarî mêhrîcana hingiv dibin.

ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Di mêhrîcana Hingiv ya bajarê Silêmaniyê ku di navbera 14-18’ê Cotmehê de hatî li darxistin de gelek jinên hingiv çêdikin bejdarî mêhrîcanê bûn. Jinên bejdarî mêhrîcana hingiv bûne dan diyar kirin ku tu cudahiya jin û mêran nîne ji ber vê jin dikarin çi karê giran jî be bi serbixin.
“Çêkirina hingiv gelek zehmete”
Ferîde Mihemed ya 37 salî li gel bav û birayê xwe karê hingiv çêkirinê dike ji sala 2006’an ve li zeviyê xwe yê gundê Îsmaîl avayî ya girêdayî Pêncewîn karê hingiv çêkirinê dikin wiha behsa çêkirina hingiv dike: “Çêkirina hingiv û bidestxistina berhemê hingiv gelek zehmete, ji ber cihê çêkirina hingiv ji bajar gelek dure. Divê di meha Nîsanê de em biminin ber hingivê xwe daku vîros negre. Ji ber salê carekê tenê hingiv bi dest dikeve ji ber wê karê wê gelek zehmet e. Ew kesên ku karê hingiv dikin jêre xebatek mezin lazime, hinek jin hene bêyî alîkariya kesên din bi xwe hemû karê hingivê dikin. Herwiha ez daxwazê ji jinan dikim ku ew jinên ku bixwazin fêrî hingiv çêkirinê bibin dikarin xwe fêr bikin. Ji ber li herêma Kurdistanê ewqasî hingivê ne xwezayî heye êdî baweriya wan bi hingivê xwezayî nayê, wisan dizanin ku tu hingivê xwezayî nîne. Ji ber wê ez bang li ewên ku hingivan di firoşin û karê higivçêkirinê dikin bi dil û wijdan karê xwe bikin û ew kesên ku bikirê hingive jî beriya bikirin tam bikin ku ka ew hingiv xwezayî ye yan ne xwezayî ye.”
“Hingivê xwezayî dermanê gelek nexweşiyane”
Rojan Îbrahîma ku li gel bavê xwe karê hingiv dike her sal bejdarî mêhrîcana hingiv a Silêmaniyê dibe. Rojan bilêv kir ku ew ji çiyayên Herîr yê pêncewîn û Qendilê hingivê xwezayî bi dest dixin. Rojan anî ziman ku ji tam û rengê hingivê wan diyare ku ji gul û xwezayê hatiye bi destxistine û got: “Minak hingiv heye tamek tehl têdeye ji ber ji gulên tehlişk hatiye girtin ev cure hingive ji bo ew kesên nexweşiya şekir hene re gelek bi sûde û pêwiste bixwin.”