Li Xezayê “Îstasyona” Ahlamê

Her diçe girîngiya aboriya xweser ji bo her kesê zêdetir dibe. Yek ji wan jî Ahlam Xedra ye. Ew bi salan fikirî ku dest bi karekî bike, piştî du salan fikra vekirina kafeyê di serê wê de çêbû, bi wê firkê ji xwe re riyek dît û dest bi karê xwe kir.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Jina bi navê Ahlam Xedra ya 41 salî, ji bo projeyek xebatê fikirî û di encamê de dest bi karê xwe kir. Dayika 5 zarokan Ahlam, di çêkirina şêranî û tiştên vexwarinê de pir jêhatî ye, her wiha wê her dem xeyal dikir ku kafeyek wê hebe û tê de bixebite da ku jê re bibe çavkaniya jiyanê û serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixe. Ji bo bikaribe zarokên xwe xwedî bike her dem di nava fikaran de bû vê rewşê wê teşwîq kir ku kafeyek damezrîne.
Ahlam Xedra diyar kir ku wê du sal berê dest bi pêkanîna projeyê kiriye, piştî ku wê lêkolînek di qada xebatê de kir û hewcedariyên gel dît, fêm kir ku pêdivî bi projeyên xwarinê heye. Li gorî cihên kar ên ev kar herî serkeftî ye loma di serê xwe de proje çêkiriye. Her wiha wê destnîşan kir ku pêngava din lêgerîna pere bû heya sindoqa Fona Filistînî drav da wê ku karibe ji nîvî zêdetir lêçûnên projeyê bigre, di heman demê de piştî ku wê alîkarî girt projeya xwe damezrand û navê Station- Meheta (Stasyon) lê kir. 
Berhemên ku jin li malan çêdikin jî li kafeya xwe difroşe
Xebatên ku dide meşandin, çêkirina şirînahiyê û amadekirina taştê ye, wekî xwarinên sivik li kafeyê pêşkêş dike û li gorî daxwazan pasteyên rojbûnê amade dike. 
Ahlam Xedra xeyal dike ku ew ê kafeya xwe berfirehtir bike û bibe cihekî rehetir ji bo kesên ku berê xwe didin kafeya wê ji bo ku taştê bixwin û dema xwe baş derbas bikin. Her wih wê pişterast kir ku ew hilberînên jinên ku derfetên wan tune ye cihê kar ji xwe re vekin jî li kafeya xwe difroşe û bi wê yekê ji wan re dibe alîkar.