Hejarî zarokên Idlibî neçar dike ku di pîşeyên xeternak de bixebitin

Li Idlibê ji ber şerê bi salan e didome, zarok neçar in di karên ku ne li gorî bedena wan a nazik de ye bixebitin. Ev Karên giran hem zarokatiya wan dikuje, hem wan ji xwendinê bêpar dihêle hem jî dibe sedema mirina wan.

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Pirsgirêka hejarî, bihayên bilind, lêçûna zêde ya jiyanê, kêmbûna beşa perwerdeyê û zirara wê di encama çend faktoran de belavbûna diyardeya xebata zarokan zêdetir dike. Ev yek jî dibe sedem ku zaro xebatên giran bikin ku ev jî xetereyê li ser jiyana wan çêdike.
Zarokê yanzdeh salî, Suheib Al-Matarmawi, ji ber van karên giran ew mabû ku destê xwe yê rastê winda bikira. Piştî ku hewl da jeneratora elektrîkê ji bo karê xwe di kargeha hesinkar de bixebitîne bi rewşeke wisa xeternak re rûbirû ma. Li ser vê yekê dibêje: "Rewş tirsnak bû dema ku destê min di hundurê jeneratorê de asê ma rewşek pir dijwar bû yek ji karkerên atolyeyê piştî ku jenerator vemirand destê min ê asê derxist.”
Suheib Al-Matarmawi zêdetirî hefteyekê li nexweşxaneyê ma û hat dermankirin her wiha çend caran ji bo ku perçeyên şikestî yên zirarê dabûnê û destê xwe yê şikestî emeliyat derbas kirin. 
Ji neçarî zarokên xwe di karên giran de dide xebitandin
Dayika Suheib Al-Matarmawi, ya bi navê Nada Al-Yousef a 35 salî, ji ber şert û mercên dijwar ên ew neçar kirin xwe bispêre karê kurê xwe ji ber belengaziya zêde gilî û gazinan dike. Nada Al-Yousef, piştî ku ji gundewarên başûrê Idlibê koçber dibe, bi çar zarokên xwe re li kampa sînorî ya Atmayê dimîne. Mirina hevserê wê ew neçar kir ku xwe bispêre karê Suheib û birayê wî yê biçûk, di pîşeya hesinkariyê ku yek ji wan pîşeyên herî dijwar tê hesibandin de bixebitin.
Bûyera Suheib Al-Matarmawi û birayê wî bi gelek zarokên din re dubare bûye, bêyî ku kes vê diyardeyê rawestîne. Hin malbat, di  bin zexta şert û mercên xwe yên trajîk de, neçar man ku zarokên xwe teşwîq bikin dev ji dibistanê berdin û berê xwe bidin bazara kar da ku alîkariya wan bikin ku bare giran ê ku li ser milên wan hatine kirin hilgirin.
Dixwaze mala wan a germ hebe û bi malbata xwe re bi rehetî bijî
Zarokê bi navê Louay al-Sukari yê sêzdeh salî xeyal dike ku xwendina xwe mîna hemû zarokan biqedîne û xwedan malek germ, malbatek bêkêmasî û demên bextewar be lê xewnên wî yên bêguneh bi rastiyek tal re rûbirû ma, wî xwe di kargeheke mekanîka otomobîlan de dît. Ew tevahiya rojê bi mûçeyek kêm dixebite û têra wî nake. Ji bo ku nan ji malbata xwe ya belengaz a li kampên Idlibê dimînin re bîne. 
Louay al-Sukari dibêje ku di xebatê de çend caran qeza derbas kiriye ku bû sedema şikestina hestiyên wî û zirara daye bedena wî ya nazik lê tevî vê yekê jî ew ji xebata xwe ya dijwar bi hêviya fêrbûnê dûr nexist ji bo ku di pêşerojê de serbixwe bibe û bixebite. 
Sazkirinên kehrebeyê, kargerî, hesinkarî, mekanîka, avakirin, çêkirina keviran, nanpêjxane, firotina bi şevê li kolanan û kolandina çopê hemû pîşeyên xeternak in ku zarokên temenê wan di navbera 5 û 17 salî de pê mijûl dibin.
Di van pîşeyan de gelek zarok rastî qezayan hatin, ji wan sê zarok di’7ê Tîrmeha 2020’an de mirin. Ji ber ku dema di naça çopê de bûn, tiştên giran ên di navê de bi ser wan de ket. 
Li bajarokê Ma'aret Misrîn, ê bakurê Idlibê, di lêgerîna materyalan de 3 zarok mirin
Li gorî Berevaniya Sivîl li Idlibê, her sê zarok di encama barkirina kamyoneke çopê dema ku di wan de li madeyên vejenbar digeriyan li zibilxaneya "El-Habat" a nêzîkî Ma'aret Misrîn, jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora herî dawî ya ku UNICEF’ê di navbera 2019 û 2020’an de weşandiye, nêzî du milyon û nîv zarokên Sûriyeyê naçin dibistanê.
Neteweyên Yekbûyî karê zarokan wekî karê ku barekî giran li ser zarokan dike û jiyana wan dixe xeterê û binpêkirineke eşkere ya zagonên navdewletî ye pênase dike. Ji ber ku ew kar  zarokan ji xwendinê mehrûm dike û xeteriyek mezin li ser jiyana wan çêdike.