Rêwîtiya Cemîle ji Kosova heta Helepçe yê

Cemîle Ebd Kilmendi ya Kosovayi berê xwe daye bajarê bi kîmyabaran û jenosîdê hatî nasîn Helepçe bicîh bûye û ji bo bi welatiyên herêmê re di nava dan û standinê de be firoşgehek a cilan vekiriye.

Cemîle Ebd Kilmendi ya Kosovayi berê xwe daye bajarê bi kîmyabaran û jenosîdê hatî nasîn Helepçe bicîh bûye û ji bo bi welatiyên herêmê re di nava dan û standinê de be firoşgeh vekiriye.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Dema em li nava Helepçe digeriyan li nava taxên wê rastî firoşgehek biçuk ku têde  pêdawistiyên zarok, ciwan, jin û mêran tê ditin hatin û jinek bi rukenî mirovan pêşwazî dike.
Jina li dikanê dinêre bala me kişand û me xwest têkevin hindir wê jinê binasin. Dema dît em ber bi dikana wê diçin ew jî ber bi me hat û bi Kurdiyek ne temam xêrhatina me kir. Mereqa me hîn zêdetir bû ji bo nasîna wê ji ber ji hemû tevgerên wê diyarbû jinek biyaniye û li vî cihê ji bo wê nenas dikan vekiriye û dan û sitandinê li gel welatiyan dike. Me xwe bi hev da nasîn, navê xwe ji me re got paşê jî ji cihê jê hatiye. Navê wê Cemîle Ebd Kilmendi ye û ji Kosovaye hatiye li Helepçe dijî û ev şeş mehe ev firoşegehe vekiriye.
Cemîle di derbarê hatina xwe ya Herêma Kurdistanê de wiha dibêje: “Ez bi xwe xelkê Ewrupa me. Di sala 2002’an ez bi Kurdekê re zewicîm û ev nêzî şeş mihane ez hatime Helepçe. Min xwest li vêderê kar bikim û ez gelek keyfxweşim ku li vêderê xwedî karim. Ev şeş mehe ez li vêderê gelê vêderê bi awayek baş nêzî mi dibin. Herçendî ev 20 sale ez bi Kurdekê re zewicîme jî, lê belê hevjînê min li Birîtanyaye û ez li Helepçe me. Tiştên ku tinîm firoşgehê eslîne û hemû pêdawistiyên zarok, ciwan, jin û mêran li vêderê heye. Xizmên hevjînê min alîkariya min dikin. Heta niha ez bi temamî fêrî zimanê Kurdî nabûme û rojane bi vî awayî ez li gel dîdarên tên dikanê daxivim.”