Zahîda Ehmed bi keda destê xwe debara mala xwe dike

Ji ber zîhniyeta baviksalarî Zahîda ji xwendinê bê par ma, ew tenê bi karê malê ve mejûl dibû lê wê karê malê tenê ji bo xwe bes nedît û ji bo ku xwe hewceyî tu kesî neke di temenekî biçûk de dest bi karê dirûtina cil û bergan kir.

 
BUŞRA SILÊMAN
Hesekê- Yek ji destkariyên ji demên kevin heta niha weke pîşeyê jinan tê zanîn xeyatiye. Hinek caran bi ta û derziyê hinek caran jî dema derfet peyîdakiriye bi mekîneyê kariye hem cilên zarokên xwe çêke hem jî cilên derdorê çêke û bi wê dahatê debara mala xwe bike. Zahîda Ehmed ji pêkhateya Kurd 45 salî ye û ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ew li ber destên dayika xwe fêrî karê terzîtiyê bûye.
Zahîda Ehmed diyar kir ku pêwîst e jin di warê aborî de serbixwe bin û got: "Ji ber hişmendiya bavê min û birayê min ku qebûl nekirin ez xwendina xwe bidomînim û ji malê derkevim, min hemû dema xwe bi karê malê û xizmetkirinê re derbas dikir û ji ber zehmetiyên jiyanê, ji bo ku ez xwe bi xwe pêdiviyên xwe pêk bînim, min dest bi fêrbûna dirûtina cil û bergan kir li gel dayika xwe ya ku karê dirûtinê dikir."
"Dayika min cesaret da min ku ez bigihîjim asta serkeftinê"
Zahîda Ehmed dide diyarkirin ku dema dest bi dirûtina cilan kiriye bi cesaret û kêfxweş bûye lewre dayika wê her dem ew teşwîqî kar dikir. Zahîda hem cilan û hem jî perdeyên ber paçan didirû û wiha gotinên xwe domandin: "Dayika min hêz û cesaret da min ku ez dest bi dirûtinê bikim. Ez li ser makîneyek ku bi du şêwazan tê bikaranîn dixebitim. Hem bi dest hem bi elektrîkê dixebite ev makîne. Her wiha di destpêka karê dirûtinê de, min cilên zarokan didirûtin û piştî demekê min cilên jinan çêkirin. Min dît ku hemû kesên ez cilên wan didirûm ji dirûtina min razî ne ez pir kêfxwş bûm û hewldanên min ên kar bêtir çêbûn. Bi wê teşwîqê min xwe fêrî cil û bergên neteweyî yên folklorê kir ji ber cil û bergên neteweyî mîrata Kurdan temsîl dikin. Ev nêzî 27 sal in ez karê dirûtina cilan dikim."
"Min hewcedariyên zarokên xwe bi keda destê xwe dabîn kir" 
Zahîda Ehmed da zanîn ku wê hewcedariya mala xwe bi keda destên xwe pêk aniye û bi hevjînê xwe re di debara jiyanê de bûye alîkar û wiha gotinên xwe domandin: "Min hewcedariya mala xwe û zarokên xwe bi ked û xebata xwe peyda kir. Dirûtin ne tiştekî hêsan e û gelek westandin û kedê dixwaze, di rojê de herî kêm ji 4 heta 5 daetan dixebitim lê dema ku mirov bi armanca xwe ve girêdayî be wê tu astengî li pêşiya xwe nebîne, hezkirina min a ji bo karê dirûtinê hişt ku ez xwe bi pêş bixim û di navbera karê malê û karê dirûtinê de hevsengî çêdikim da ku hewcedariya zarok û mala xwe pêk bînim. Pêwîst e her jin aboriya xwe bi xwe bi dest bixe û xwe hewcedarî tu kesê neke û bêkariyê ji bo xwe qebûl neke, dest bi kar bike."