Hemû cureyên vexwarinên sar li firoşgeha Rojanê hene

Jina ciwan Rojan Berzan di kelegerma havînê de li Kelarê firoşgeha vexwarinên sar vekiriye û hemû cureyên ava fêkiyan a sar li gel tê dîtin.

HEWAR MEHEMED
Germiyan - Jina ciwan ya bi navê Rojan Berzan a 19 salî li bajaroka Kelarê firoşgeha Kelîmet a gelek curên vexwarinê tê de tên dîtin vekiriye. Ev nêzî salekê ye firoşgehê bi tena serê xwe rêve dibe. Di destpêkê de weke karker dest bi kar dike, lê ji ber jîrbûna wê di demek kurt de dibe husta û rêveberiya firoşgehê dike. Rojan di derbarê karê xwe de diyar kir ku bi xwe gelek ji kar xwe hez dike û dixwaze li Kelarê bibe pêşeng ji bo jinên ciwan yên ku dixwazin kar bikin û daxwaz ji malbat û civakê dike alikariya keçên xwe bikin, ji bo bikarin bi rehetî têkevin nava kar.
“Destpêkê jinên ciwan gelek dihatin vêderê”
Rojan Berzan a ku bi eşqek mezin dixebite û gelek bi karê xwe ve girêdayî ye wiha behsa karê xwe dike: “Malbata min gelek alîkariya min kir, dema min di vê cihê vexwarinê de dest bi kar kirî gelek piştgiriya min kirin. Dixwazim li vê derê ji bo jinên ciwan yên ku dixwazin kar bikim bibim pêşeng û kesên ku tên serdana firoşgeha me ya vexwarinê dikin gelek rêz didin û sipasî û destxweşiya min dikin eve ji ji bo min cihê keyfxweşiyê ye û dibe sedem ku ez karê xwe dom bikim. Destpêkê ev firoşgehe li ser rêya hatin û çûna hemwelatiyan bû gelek malbat, jinên ciwan serdan vêderê dikirin, lê belê ji ber sedema qedexeya hatin û çûnê ji neçarî me cihê xwe bir nêzî benzînxaneya Şêrewane. Ji ber wê jî niha mêr zêdetir serdana cihê me dikin û jin nayên cihên wisan.”
“Jin xwedî hizrên cûdane”
Rojan a ku weke jinek ciwan kar dike dixwaze ji mêran zêdetir jin û malbat werin cihê wana û wiha got: “Ji ber li Kelarê cihek nîne jinên ciwan bikarin lê kom bibin, bi dilek rihet û keyfxweş qehweya xwe vexwin, ji xwe re biaxivin û demek xweş derbaz bikin. Daxwaza min ji dayik û bavan ewe ku alîkariya jinên ciwan bikin, ji bo ew jî bikarin ji malan derkevin û têkevin nava jiyanê. Jin ji bo dabinkirina jiyana xwe karên cûda dikin, ji bo xwe hertim karek dibinin, dema dibînin ku malbat û hevalên wan karê wan bibinin û bilind bikin eve hêzekê didin wan daku hîn zêdetir karê xwe bi serkeftîtir bikin.”