"Bexçeyê min hêviya min e"

Jina bi navê Behiya Sebrî ev 30 sal in bi xwezayê re dijî û gulên cur be cur di mala xwe de diçîne. Behiya diyar dike ku xweza perçeyek ji jiyana wê ye.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Jin û xweza du hêmanên jiyanê yên pîroz in, bi hev re xweşikbûneke bêsînor ava dikin. Her tim jin û xweza hev temam dikin, ji ber ku ji dîrokê ve heta roja me ya îro herî zêde yên ku bi xwezayê re mijûl dibin û her tim di nava xwezayê de dijîn jin in. Jina bi navê Behiya Sebrî ya bi temenê xwe 47 salî ye ji bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ev nêzî 30 sal in bi xwezayê re jiyana xwe dixemilîne. Her wiha di bexçeyê Behiyayê de gelek cureyên kulîlkan hene. Behiya hem kulîlkan xwedî dike, hem jî belavî nas û cîranên xwe dike. Behiya der barê girêdana xwe bi xwezayê re nêrîna xwe parve kir..  
Dev ji hezkirina xwe ya xwezayê berneda
Behiya bi van gotina behsa xwedîkirina kulîlkan dike: "Dema temenê min biçûk bû, pir kêfa min ji xwezayê re dihat. Min gelek cureyên kulîlkan tovê wan kom dikir û di qutîkên plastîk de diçand û min wan xwedî dikir. Piştî temenê min mezin bû, min dev ji hezkirina xwe ya ji xwezayê re berneda û min li mala xwe bexçeyek çand û xwedî kir. Ev 30 sal in ez bi vê bexçeyê re mijûl dibim û her ku ez xwedî dikim, bexçeyê min berhemên xwe zêde dike û xweşiktir dibe. Elbet zehmetiyên xwedîkirina bexçeyan jî heye, dema di demsala biharê de kêzikên ku kulîklan zuha dikin derdikevin, ez ji bo bexçeyê min zuha nebe li gel bijîşkên ku bi xwezayê re mijûl dibin, derman tînim û bexçeyê xwe ji nexweşiyên lawiran diparêzim. Di heman demê de bexçe gelek ji avê hez dike û divê mirov bexçeyê xwe têr av bide. Ger av jî nebe ez li gel cîranê xwe bi satilan avê tînim û wiha bexçeyê xwe diparêzim."
"Xwedîkirina gula Qendîl"
Behiya kulîlkên ku diçîne wiha tîne ziman: "Di nav bexçeyê min de, gelek cureyên kulîlkên xwezayî ku gelekî dijîn hene. Kulîlkên mîna rîhan, sosin, gula mijdarê, sicade, guhê fîl, tiliyê bûkê, kirasê bûkê, dil şewitî, nermik, guhê bizinê, devê masî, erîş, tolîb, hayfin û dirrîçîçek bi hemû reng û cureyên xwe hene. Ez tovên gulan ji bexçeyan kom dikim heta ku dibe dema çandiniya wan da ku ez wan biçînim. Piraniya cureyên xwezayê yên ku ez wan xwedî dikim, ji biharê heta payîzê şîn dibin. Her wiha şînahiyek li gel min heye, navê wê nizanim lê min bi xwe nav lê kiriye, dema ku dipişkive pelên wê hemû sor in û bi strî ye, ev şînahî nerm e û li ser dîwar dimîne, min bala xwe dayê min ji xwe re got encex ez navê vê dara bi gul bikim Qendîl, sedema ku min navê Qendîl lê kiriye, ew e dema ku şer li Qendîlê çêdibe û hevalên me bi berxwedaniyek mezin şer dikin û canê xwe feda dikin eynî dişibin vê gulê."
Girêdan û axaftin bi xwezayê re
Behiya bal kişand ser girêdana wê bi xwezayê re û wiha pê de çû: "Bexçeyê min weke rihekî ye ku li hêviya min e da ku ez lê xwedî derkevim. Ez her roj derdikevim nava bexçeyê xwe û derdora gulan fireh dikim da ku av lê bisekine. Her wiha ez dikesêxim li ser kêfa xwe da ku fireh û dirêj bibe. Girêdana min gelekî bi xwezayê re heye, piraniya caran ez derdikevim nav wan û bi wan re diaxivim û dibêjim hûn hêja ne loma hozan li ser we stranan dibêjin. Dema ku ez tovan diçînim li hêviyê dimînim ka kengî gulan bigre, weke jinek li hêviya zarokekî be ku çawa mezin bibe. Ez pir ji xwezayê hez dikim, ji ber ku em jî ji xwezayê ne. Bexçeyê min parçeyek ji jiyana min e, wek zarokên xwe ez lê miqate me. Dema ku ez gulan diçînim sal bi sal tovên wan radikim û diçînim da ku gelek bibin. Her wiha ez şînayî û gulên ku min çandine li malbat, heval û cîranên xwe belav dikim."
"Projeya xweşikbûn û xemilandina bajar bi xwezayê"
Behiya di dawiya axaftina xwe de banga xweşikbûna bajar bi xwezayê re kir û wiha bi dawî kir: “Di dema pêş de hîn bêhtir dekorên xwezayê di bexçeyê xwe de ez ê bidim çêkirin, di wê demê de wê xeyalên min bi cih werin, ji ber yek ji xeyalên min e ku dekorên xweşik ez di nava bexçeyê xwe de çêbikim. Her wiha di nava bexçeyê xwe de ez ê cureyên cuda ji şînayî û xwezayê biçînim. Min zêrek xistiye binê erdê, ew zêr pîvazok in, wê di biharê de bipişkivin û dê çîmen, binefş û nêrgizan bi hemû rengên xwe derxe ser rûye erdê. Her kes ji bo xemilandina bajarê xwe dikare xwe vala bike, mal, tax û bajarên me jî hêja ne ku em wan bi gul û xwezayê bedew û xweşik bikin. Bi hezaran keç û xortên me ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirine divê ku em jî projeyan bidin avakirin û li şûna wan gul û rîhanan biçînin. Ji bo me pêwîst e em nefesek paqij û şêrîn bikşînin."