Kampanya Şemal li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên reklaman dide meşandin

Endamên ku di kampanya Şemal de kar û xebat didin meşandin diyar kirin ku ew li gorî daxwaza mirovan kar didin meşandin û alîkariya civaka xwe dikin.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Di sala 2018’an de kampanya Şemal ji bo amadekirin û rêxistina pêşengeh û komcivînan, reklam ji bo kampanya û bazirganiyan hat avakirin. Di nava kampanyayê de beşên taybet ji bo dîzayn û çapkirinê her wiha tîmên pispor ji bo belavkirina rojname, pirtûk û kovaran li seranserê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên xwe didin meşandin. Der barê kampanya Şemal û ji bo naskirina kar û xebatên wan de endamên Kampanya Şemal nêrînên xwe parve kirin.  
Kampanya Şemal di sala 2018'an de hat avakirin
Endama beşa reklamê ya kampanya Şemal, Rewşen Îbrahîm der barê kar û xebatên xwe de wiha nêrîna xwe parve kir: "Di sala 2011'an de saziya Ronahî hate avakirin. Di saziya Ronahî de rojnameya Ronahî, El-Sûrî û Rojava li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihat belavkirin. Piştî tecrubeyên mezin pêwîstî hat dîtin ku em kar û xebatên xwe berfirehtir bikin da ku xwe bigihîjînin tevahî mirovan. Piştî wê me di sala 2018'an de kampanyaya Şemal ava kir û kampanya Şemal beşên dizayn, çapkirin, reklam, belavkirina rojname, rêxistinkirina kongre û konferansan bi rêve dibin. Heta niha jî karê me bi awayekî serkeftî didome. Her wiha dema xwestek ji me re tê ku em kongre û konferansan bi rêxistin bikin, beşa dîzayn, pankart û wêneyan çap dike û cihê kongre ango konferansê dixemlînin. Di heman demê de beşa me ya çapkirinê, lênûs, cil, bardax û kovar amade dikin. Beşa reklamê jî reklamên kampanya, firoşgeh û projeyan amade dike. Beşa taybet a belavkirina pirtûk, kovar û rojnameyan heye. Beşa dizayîn jî broşûr amade dikin û li gorî kar belavî kesan dikin. Her wiha reklamên ku em amade dikin didin televîzyonan jî. Di heman demê de radyoya me ya bi navê Şemal jî heye û li ser 92.5 weşanê dike. Karên ku em dimeşînin di radyoya xwe de diweşînin. Ji bo ku kar û xebatên me bêtir bên naskirin em serdana sazî û dezgehan jî dikin. Kampanya Şemal di nava civakê de tê nasîn û roleke girîng di nava civakê de dilîze. Gel jî bi rengehî rehet û kêfxweş nêzî karê me dibin." 
Rola jin di nava kampanyaya Şemal de
Rewşen bal kişand ser rola jinan a di nava kampanyaya Şemal de û wiha pê de çû: "Di kampanyaya Şemal de jin û xort bi hev re kar didin meşandin. Di beşa reklamê de hejmara herî zêde ji jinan pêk tê. Hevalên jin li vê derê bi deng û rengê xwe karên serkeftî dikin. Cara ewil e ku saziyek bi vî rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û hejmarek baş jin cihê xwe tê de digrin. Jin bi hezkirin û kedek mezin tevli kar û xebatê dibin. Her wiha ruhê hevaltî û komînal li pêş e. Daxwazên me ew in ku em xwe bigihîjînin hemû bazirganan da ku em alîkariya wan bikin. Di dema pêş de projeyên me yên cuda jî hene ku em navenda xwe berfireh bikin."
Beşa belavkirina rojnemeyan
Endama kampanyaya Şemal a bi navê Fatma Elî ya karê belavkirina rojnameyê dike, nêrîna xwe wiha parve kir: "Ev du sal in ez karê belavkirinê dikim. Dema em diçin navendê rojnameyên xwe kom dikin û bi kêfxweşiyek mezin li mirovan belav dikin. Ez bi xwe rojnameyê li bazara mezin, firoşgehên cil, zêr, pevguhertina dravan û klînîkên taybet ên bijîşkan ên bajarê Qamişloyê belav dikim. Em li Qamişloyê 6 endam in ku hemû rojnameyên xwe li gel belav dikin. Em siharê saet 9 de dest bi belavkirina rojnameyan dikin heta 1'ê nîvro xilas dikin. Em di havîn û zivistanê de zehmetiyan dijîn lê em ji karê xwe hez dikin û bi kêfxweşiyek mezin dimeşînin. Di nava beşên me de alîkarî heye. Hêviya min ji her kesê heye ku rojnameyên em belav dikin bixwînin û agahiya wan ji her tiştî hebe."