“Em bi çandiniyê krîza aborî sivik dikin”

Elya Oglo ji bo krîza aboriyê li ser malbata xwe sivik bike, baxçe çandiye û behsa qutkirina ava stasyona Elok û çemê Firat û Xabûrê dike her wiha girtina deriyê sînor ê Til Koçer jî bi tundî şermezar kir û da zanîn ku ji bo krîza aboriyê sivik bike, baxçeyê zebzeyan çandiye û bi ava tehl av dide.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Piştî destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, gelek hêzên herêmî û navdewletî destwerdan kirin û polîtîkayên dijber li herêmê meşandin. Yek ji van polîtîkayên ku ji bo gel birçî bihêlin û axê tî bikin, şerê avê û girtina deriyên sînorî yên alîkarî tê re ji bo gel derbas dibe ye. Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya rejîma Sûriye, Rûsya, Emerîka û Îranê re derbasî xaka Sûriyeyê bû, da ku berjewendiyên xwe û van hêzan bi cih bîne. Destpêkê dest avêtin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Yek ji çemên Sûriyeyê ku çavkaniya sereke ji çemê Firatê re ye, çemê Xabûr e. Ji sala 2015'an de dewleta tirk şerê avê dide meşandin û ev çem li ser milyon û nîvek miov ku bi çandiniyê re mijûl dibûn, qut kir. Her wiha ev çend sal in bi hevpeymaneke Rûsya-Çînê deriyê sînorî yê ku Iraqê bi Sûriyeyê ve girê dide, girtiye û beriya çend rojan dîsa serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, di civîna Astana 17 de vekirina derî, red kir. Ji kêliya ku av û ceylan qut bûye û deriyê Til Koçer ji bo alîkariyan hatiye girtin, alozî kûrtir bûye. Jina bi navê Elya Oglo ya ku ji navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, baxçeyê ji gelek rengên zebzeyan pêk tê çandiye, ji me re axivî û behsa têkoşîna xwe ya li dijî vê krîza aborî kir.
“Ji ber baxçe bi ava tehl av didim, şitil şewitîn û bacan tehl derketin”
Elya wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji ber bihabûna zebzeyan li bazarê, em neçar in li malên xwe baxçeyan biçînin. Di vir de nebûna avê û kehrebê bandoreke neyînî li rewşa herêmê dike. Ji bo ez baxçeyê xwe av bidim û berhem jê derkeve, me bîrek koland. Şerê ku li herêmê rû dide, bandoreke wê yê sereke li ser aboriya gel, psîkolojî û jiyana wan heye. Ji ber ku em ava tehl a bîrê ji çandiniyê re bi kar tînin û ew nabe ku em bi kar bînin jî gelek şitlên şînkahiya min şewitîne û bacanên reş jî tehl derketine."
“Dewleta tirk ava vexwarinê jî ya çandiniyê jî qut kiriye”
Elya got ku ava vexwarinê ji stasyona Elok e û ya çandiniyê jî ji çemê Xabûr e lê her dû ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine qutkirin û wiha domand: "Em di serdema avê de dijîn, av nebe jiyan nabe. Lê ez çi bêjim ji bo Erdogan, Erdogan ne mirov e, ger mirov be şerê avê li dijî gelê sivîl nade meşandin. Gelo çima ji heqê xwe dibîne, ava Sûriyeyê qut bike. Ger ku hevkarê Tirkiyeyê ji NY, Yekitiya Ewropayê û rêxistinên hiqûqî nebûna, wê îro rewş ne ev bûya. Gel ji krîza avê gelekî bi tirs in. Heya kengî ev rewş dê berdewam bike? Gel tî ne, baxçe û ax tî ne. Çima ewqas rêxistin û cîhan xetera vê yekê baş nabînin. Mînak, ava vexwarinê ji stasyona Elok e tê û ya çandiniyê jî ji çemê Xabûr e lê her du ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye qutkirin. Ka mirovahî û wijdan li ku derê ma?"
“Girtina deriyê Til Koçer barê sivîlan giran kiriye”
 
Elya bal kişand ser girtina Deriyê sînor ê Til Koçer jî û ev yek anî ziman: "Em vê polîtîkayê li dijî xwe qebûl nakin, ji ber ku ew dijî exlaqê mirovahiyê ye. Hemû cîhan li dijî me ketine nava siyasetên qirêj. Li dijî me bûne yek gelo çima ewqase dijminatî bi me re dikin. Em redkirina Serokê Rûsyayê ji vekirina Deriyê Til Koçer re û hatina alîkariyê, bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku zihabûna îsal bandor li ser psîkolojiya gel û aboriya wan kiriye, girtina derî jî barê wan giran dike."
“Herêma zêrê zer ji ber qutkirina av ber bi çolekê ve diçe”
Elya behsa bilindbûna çemê Xabûrê beriya sala 2010'an kir û wiha pêde çû: "Çemê Xabûrê beriya 2010'an gelek car ji ber bilindbûna wê lehî radibû û mal li ber avê diçûn. Ji Cizîra Sûriyeyê re digotin (Herêma zêrê zer) ango herêma herî zêde genim lê tê çandin û gelek caran jî ji derveyî Sûriyeyê re dihate rêkirin. Wê demê çemê Firat û Xabûrê hebû û çandinî gelekî li pêş bû. Malbatên ku li Cizîrê diman, hemû xwedî erd û cotkar bûn. Lê niha Çemê Xabûr miçiqîye û ava Firatê jî rêjeya wê pir kêm bûye. Ji ber qutkirina avê û çem kareseteke çandiniyê rû dide. Em ji ber ku koka me di vê axê de ye, wê terk nakin, ruxmî hemû şer û êrîşên li dijî me tên kirin. Ji ber ku em zimanê axa xwe baş fêm dikin. Heya ku ava tehl jî hebe, em ê xwedî li vê axê derkevin."
“Baxçeyan biçînin, krîza aboriyê sivik bikin”
Elya bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê her malbateke ku bîra avê li cem wê hebe, baxçe biçîne da ku em debara xwe bikin û krîza aboriyê ji ser xwe sivik bikin. Dijmin di rojê de bi dehê caran me dikuje. Zarok tî ne, ax tî ye, heya kevir û zinar tî ne, ji ber ku çandinî kêm e, rewşa hewayê jî nebaş e. Lê çi bibe jî em ê dest ji axa xwe bernedin, ji ber ku çavkaniya me ya hêzê, axa me ye."